Peykera Arîn sembola jina azad gihîşte warê xwe Kobanê

09:08

JINHA

KOBANÊ- Li Kobanê coşa hatina peykera Arîn hate jiyîn. Peykera Arîn Mîrkan ku wek sembola Jina Azad tê binavkirin gihîşte warê xwe. Gel bi kelecan peyker pêşwazî kir.

Peykera Arîn Mîrkan ku wek Peykera Jina Azad pênase dibe ji aliyê hunermed Zîrek Mîra ve hate çêkirin û hêjmareke pir peykersazên dildar jî di nava projeyê de cih girtin. Peyker li bajarê Silêmaniyê hate sazkirin û piştî ku bidawî bû û karûbarê dîplomatîk pêk hatin, pêr li ser deriye Sêmalka derbasî Rojavayê Kurdistanê bû û duh êvarê jî gihîşte warê xwe. Gelê Kobanê ji bo pêşwaziya peykerê daketin ser rêyan û bi çepik û tîlîliyan hatina peykera Arîn Mîrkan silav kirin.

Piştî ku peyker radestî Navenda Rêveberiya Xweser hat kirin mêvanên ku ji başûrê Kurdistan hatine ji aliyê Rêveberiya Kantona Kobanê ve hat pêşwazî kirin. Ser navê Rêveberiya giştî Endamê Saziya Rewşenbîr û Nivîskarên Rojava Telal Elşeq xêr hatin li peykersaz Zîrek Mîra û heyeta pêre kir. Telal derbarê anîna peykerê de agahî da û wiha got, "Ji bo wergirtina peykerê em çûn ber deriyê Sêmalka, paşê em heya vir bi heyeta ji Başûrê Kurdistanê re hatine, hatin." Telal hestên xwe yên hatina Kobanê jî wiha rave kir: "Ku me bi peykerê re lingê xwe danî Kobanê me bêhna cangoriyan, bêhna Arîn, bêhna azadî û berxwedanê hîs kir. Ji ber vê hêsirên me barîn. Lê birastî ev hêsir yên kêfxweşiyê ne. Ji Başûrê Kurdistanê heya Rojava ji bo bîranîna şehîd Arîn xebateke wiha birûmet hatiye kirin. Ev cihê kêfxweşiyê ye." Telal spasiya peykersaz û heyeta pê re kir.

Peykersaz Zîrek Mîra jî axivî û sedema çêkirina vê peykerê anî ziman. Zîrek kêfxweşiya xwe ji biserxistina vê projeyê jî îfade kir. Paşê heyet derbasî navenda rêveberiya xweser bû. Hate hînbûn ku dê 15'ê Adarê peykera Arîn Mîrkan deynin qada semta 48'an û wir weke Qada Jina Azad binav bibe.

(ze-rê/rc)