Hêlîna 13 salî li hezexê hat qetilkirin
11:26
JINHA
ŞIRNEX - Li Hezexê ji zarokên di êrîşên hêzên dewletê de hatin qetilkirin yek ji wan Fatma Elarslana 13 salî ye. Rûkeniya Fatma a di kareyên wêneyan de wehşeta dewletê careke din li bîra gelê Kurdistanê vekoland. Dayika wê Gulsum Elarslan jî anî ziman ku dilê keça wê mîna çiyayên Cûdî û Gabarê mezin bû.
Piştî êrîşên hêzên dewletê yên li navçeya Hezexê ya Mêrdînê dest pê kirin, malbata Fatma 13 salî êdî tu agahî ji keça xwe nestandin. Piştî demekê cenazeyê Fatma Elarslan li Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê hat dîtin. Fatma a ku xwendekara pola 7'emîn bû nuxwiriya diya xwe ya sêyemîn bû. Dema hat dinê malbata wê navê Hêlîn lê kiribûn. Lê belê ji ber bêtammûliya dewletê ya li hemberî kurdî navê wê di nasnameyê de, wek Fatma hat nivîsandin. Li gel vê jî ew wek Hêlîna Hezexê her hat nasîn.
Ji ber bav Mehmet û dê Gulsum Elarslan yên bi salan di nav tevgera kurd a siyasî de cih girtin, Fatma jî ji ber vê di temenê xwe yî biçûk de xwe baş bi pêş ve xistibû. Fatmaya di nav malê de bi rexneyên xwe yî tund dihat nasîn, lê li navçeyê jî her bi dilnizmî û dilhenûniya xwe dihat nasîn. Li navçeyê ji tu çalakiyên demokratîk û merasîma cenazeyên gerîla nedima û ji ber vê di dilê her kesî de hêlîna xwe veda bû. Piştî li Hezexê êrîşên rêveberiya awarte dest pê kirin Fatma li gel malbata xwe terka mala xwe nekirin û li gel vê piştî demekê agahî ji Fatma nehat û wenda bû.
Piştî wendabûna Hêlîn bi demekê, diyar bu ku ji aliyê hêzên dewletê ve hatiye qetilkirin. Hêlîna ku di kareyên wêneyan de rûyê wê her li ken bû, ji aliyê hêzên dewletê ve êdî rûyê wê veguherîbû nenasiyê, lewra hêzên dewletê agir bi bedena Hêlînê xistibûn. Lê Hêlîn bi vî awayî bi rûkeniya xwe wehşeta dewletê li bîra gelê Kurdistanê vekoland. Cenazeyê Fatma jî li Cizîrê di bin dorpêçkirina polîsan de hat definkirin. Her wiha hêzên dewletê ji bilî malbatê, nehiştin tu kes beşdarî merasîma cenazeyê Hêlînê bibin.
Dergûşa dayika xwe bû, lê bi qasî Cûdî û Gabarê dilekî wê yî mezin hebû
Dayika wê Gulsum Elarslan dibê "Ew dergûşa min bû" û wiha qala wê dike: "Keça min ji gelê xwe û têkoşîna gelê xwe gelek hez dikir. Keça min biçûk bû, lê dilê wê mezin bû. Bi qasî çiyayên Cûdî û Gabarê dilekî wê yî mezin hebû. Heke mirov bixwaze temen çi biçûk çi mezin, piştî ku dilê wî/ê mezin be, wekî din tu tişt ne muhîm e. Keça min keseke ku ji gel û doza gelê xwe hez dikir û ji ber vê bajarê xwe neterikand û li kuçeya xwe şehîd bû. Heke em bo doza xwe li ber xwe didin, nexwe em ne poşman in. Keça min tim digot ew dixwaze bo vê dozê têbikoşe."
Dê gelê kurd mîna dara di biharê de hêşîn dibe ji nû ve zayîn bibe
Dayika Fatma dest nîşan kir ku keça wê di berxwedana dîrokî ya gelê kurd de şehîd bûye, ji ber vê bi keça xwe serbilind in û wiha domkir, "Em ji dijmin natirsin û em dê heta dilopa dawî bi paş ve gav neavêjin. Heke ji me kesek jî bimîne, em dê doza xwe bidomînin. Em gelê kurd nolî dara di biharê de hêşîn de, mîna gulberojkan dê ji nûve biwelidin. Em dê bi kuştin û qetilkirinan neqedin. Ez dê birîna keça xwe tu carî ji bîr nekim, ez dê dijminê wê jî qet û qet ji bîr nekim. Keça min di rêça şeref û namûsê de şehîd bû."
Gotina Hêlîna 13 salî ya dawî: Divê li hemberî vê zilmê mirov li ber xwe bide
Her wiha bavê wê Mehmet Elarslan jî diyar kir ku wan keça xwe di ser xwe re digirt û da zanîn ku keça wî di dema êrîşên rêveberiya awarte de her digot dewlet zilmê li gelê kurd dike. Her wiha Mehmet dest nîşan kir ku her çiqas keça wî biçûk bû jî lê ji ber pêkanînên hêzên dewletê yên bi salan Hêlîn bi hêrsiyî hatibû seqandin. Mehmet da zanîn ku keça wî bo wî wiha gotiye, "Serokwezîr vê zilmê li me dike, ev neheqî ye. Divê mirov li hemberî vê raweste û li ber xwe bide." Her wiha Mehmet diyar kir ku keça wî di oxir û sefera têkoşîneke birûmet de ji aliyê hêzên dewletê ve hatiye qetilkirin û wiha got, "Ew zarok û şehîda gelê kurd e. Em dê vê zilmê ji bîr nekin û her li pêyî kujeran bin."
(rc)