Endama MLKP'ê Yelîz: Ji ber ku min Pirsûs ji bîr ne kiriye ez tevlî YPS JIN'ê bûm

11:31

JINHA

MÊRDÎN - Endama MLKP'ê Yelîz Şîrîn ku li Nisêbînê tevli refên YPS-Jin bû diyar kir ku ew ji bo ala hevalên xwe yên li Pirsûsê hatine qetilkirin rabike hatiye vir û wiha got: "Ez ji bo li hemberî pergala ku jinê qetil dike, bi têkoşîna ku Yelîz Erbay û Şîrîn Oter ên li Stenbolê hatin qetilkirin ji bo me mîras hiştiye hatime vir."

Endamên MLKP'ê yên ku li rojava di berxwedana li hemberî çeteyên DAIŞ'ê cihê xwe girtin niha jî di nava YPS û YPS-Jin de cih digirin û piştgirî didin gelê kurd. Yek ji endamên MLKP'ê ku li Nisêbîna Mêrdînê tevli refên YPS-Jin bû Yelîz Şîrîn e. Yelîz ku yek ji ciwanên ji qetlîama Pirsûsê rizgar bûye diyar kir ku piştî hevalên wê li pêş çavên wê hat qetilkirin wê soza bilind kirina têkoşîna wan daye.

Yelîz bi lêv kir ku wê navê xwe ji Yelîz Erbay û Şîrîn Oter ên ku di kanûna 2015'an de li Stenbolê ji aliyê polîsan ve hatin qetilkirin girtiye û wiha got: "Min xwest hevalên xwe di têkoşîna xwe de bidin jiyîn. Min di qetlîama Pirsûsê de hevalên xwe winda kirin. Ez bi hêrs û kîna li hemberî wê qetlîamê li virim. Ê ku ev qetlîam pê anî dewleta faşîst bû, ez ji bo ala wan a ku ketî erdê rakim û bilindtir bikim tevli refan bûm."

Yelîz, da zanîn ku li Kurdistanê gelên ku hesreta azadiyê dijîn berxwedana xwe didomînin û wiha pêde çû: "Piştî ku ez li pişt barîkatan demekê bi gel re man min dît ku biryar tevlibûna YPS Jinê biryara herî rast bû. Her malbata ku barîkatan ava dike xwedî çîrokek bi êşe û dibêjin ji bilî berxwedanê tu çare tune ye. Ji ber vê her tim bi me re ne, em dirûnin û sohbet dikin. Dayik dema me dibînin didin rawestandin û li ser serê me duayan dixwînin. Hêviya wan emin. Zarok di ferqa her tiştî de ne. Xwe wekî şervanên YPS'ê dibînin. Zarokekê ji min re got; 'Hûn gerîla ji bo xwe du guleyan dihêlin cem xwe, hûn naxwazin bikevin destê dijmin. Ez dizanim hûn gûleya dawî ji xwe re dihêlin.' Ev bandorek mezin li ser min kir, çawa dibe ku zarok di ferqa her tiştî de ne? Li Kurdistanê zarok zû mezin dibin, ji bo zarok zaroktiya xwe bi rihetî bijîn em têkoşînê didin."

Yelîz, destnîşan kir ku ji bilî çek girtina jinan tu çareyên din tune ne û wiha domand: "Divê em li qadên azad ji bo azadiyê têbikoşin. Ji bo pergala baviksalariyê û pergala ku jinê hepsî malê dike bê rûxandin divê em jin şoreşa gulan pêk bînin. Yelîz Erbay û Şîrîn Oter li Stenbolê hatin qetilkirin, ew fermandarên partiya me yên jin bûn. Li cihê kul ê bûn têkoşîn meşandin û azad bûn. Divê bi têkoşîn, berxwedan, azadî û fermandariyê em tevli têkoşîna azadiyê bibib."

Yelîz di dawiya axaftina xwe de ev tişt anîn ziman: "Em wekî rêxistina MLKP'ê em li virin. Em ê têkoşînê bilindtir bikin. Pêvajoya dawiyê pêvajoya ciwanan e. Ev şoreş dê ji aliyê ciwanan ve pêk bê. Divê ciwan li gorî vê tev bigerin. Ciwan pêşerojin, ger em bixwazin pêşeroja xwe azad bikin divê heta dawî em li ber xwe bidin."

(mb)