Jinên OGK: Em ê wêneyê Sêvêyan her dem hildin
11:44
JINHA
ERZÎNGAN - Ligel astengiya jinên OGK'ê çalakiyên xwe ên 8'ê Adarê pîroz kirin gotin, "Em ê her dem li qadan bin û wêneyê Sêvêyan her tim bilind bikin."
Bi armanca 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê li Erzînganê jin daketibûn qadan lê endamên Jinên Ciwan ên Azad (OGK) ji aliyê polîsan ve rastî astengiyan hatibûn. Ligel her cure astengî jin dagektin qadan û bi berxwedanek mezin çalakiyê xwe bi dirûşmeya, "Eger ferman ya Qesrê be, îsyan jî ya jinane" derketin qadan.
'Em jinan veduxwinin OGK'e yê'
Ozlem Çay diyar kir ku li hember hemu astengiyê polîsan wan meşa xwe berdewam kirine û wiha got,"Berî 8'ê Adarê jinekî li Erzînganê bi îdîaya ku xwe întîxar kiriye dan pêş. Em van întîxaran wek cînayêt dibînin. Di mehên derbas bûyî de jinek bi nave Şenay ji aliyê mêrek ve hat qatilkirin. Cuda bûna Şenay û jina ku di 8'ê Adarê de xwe întîxar kiriyê nîna. Li hember van êrîşan em em bang li jinan dikin ku yekgirtiyê xwe bi hêz bikin. Em tevahî jin veduxwînin OGK'ê."
'Tehmûla wan nîne me li qadan bibînin'
Endama OGK Muge Kuçuk jî got ku polîsan despêkê dest danîne ser panqart û dovîzan û wiha got, "Polîsan ji hevalên me ên jin re tundiya derûnî pêk anîn. Dîsa gava em ketin nava qade jî polîsan lêgerîn kir. Em bi saetan li qadê hatin sekinandin. Îsal tevahî pîrozbahîyên 8'ê Adarê di bin dorpêçê polîsan de derbas bû. Wateya vê ew e ku dewlet ji hêza jinan gelek ditirse. Tehmûla wan nîne me li qadan bibînin"
(dt/rc)