Ji bo mirovên li Gazî jiyana xwe ji dest dane meş despêkir

12:31

JINHA

STENBOL - Mirovên di komkujiya Gazî de jiyana xwe ji dest dan li taxa Gazî bi meşekê tên bîranîn.

Salvegera 21. a komkujiya li taxa Gazî ya navçeya Stenbol Sûltangaziyê de, nûnerên HDP, ESP, Devrîmcî Partî, Mucadele Bîrlîgî, EMEP, Kaldiraç, BDSP, Aka-Der, Halkevlerî, SYKP û rêxistinên Elewiyan jî di nav de bi hezaran kes li rawestgeha qereqola berê li hev civiyan.

Girseya gel di destpêkê de ji bo bîranîna mirovên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane deqeyek rêz girt. Dûre bi wêneyên kesên di komkujiyê de hatine qetilkirin û pankarta bi nivîsa "Şehîdên Gazî-Umraniye namirin, me ji bîr nekir, me nehişt bên ji bîr kirin" dest bi meşê kirin. Girseya gel her wiha bi qîrîna dirûşmên xwe re komkujiyên AKP li Kurdistanê dike, lenet kir. Çalakgeran kulîlk danîn cihê welatiyên di 12'ê Adara 1995'an de lê hatin qetilkirin.

Girseya gel piştre pankarta bi nivîsa "Berxwedana Gazî, Gezî, Cizîr û Rojava hesab dipirse" û dowîzên bi nivîsên "Em ê nehêlin kalekol bên çêkirin", "Ji bo hesab ji komkujiyên faşîzma AKP'ê were pirsîn, em hesabê Gazî bipirsin" hilgirt û dest bi meşê kir. Meşa ku alên sor lê hatine hildan dewam dike.

Meş wê li ber Mala Cem a Gazî bi dawî bibe û li vir merasîmeke bîranînê were lidarxistin.

(rc)