Xizmên windahiyan di çalakiyê de êrîşê dewletê şermezar kirin
12:41
JINHA
COLEMÊRG- Xizmên windahiyan û ÎHD'ê ya Geverê 99'emîn çalakiya xwe heftanê pêk anin. Xizmên windahiyan di çalakiyê xwe de balê kişandin ser dorpêça hêza dewletê yên bajarên Kurdistanê û êrîşan bi tund şermezar kirin.
Li navçeya Gevera Colemergê Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) û xizmên windahiyan li Kolana Hûnerê çalakiya xwe ya heftanê pêk anin. Di çalakiyê de pankarta li ser "Bila winda bên ditîn kujer bên darîzandin" hate vekirin û xizmên windahiyan wêneyên xizmên xwe yên ku ji aliyê hêza tarî ve hatin revandin û qetîlkirin hilgirtin. Di çalakiyê de ji bo kesên di têkoşina azadiya gelê kurd de jiyana xwe ji desta dan rêz hat girtin.
Pîştî rêzgirtinê Rêveberê ÎHD'ê ya Geverê Tayîp Canan daxuyanî xwend û diyar kir ku li Kurdistanê disa wek salên 90 di dorpêça hêza dewletê deye. Tayîp got ku çawa ku dewlet di salên 90'î de welatiyan direvan û qetil dikir niha ne bi veşartî raste rast êrîş dike û qetîl dike. Helbet dê roj bê û ev gel hesabê bipirse.
Çalakî bi 5 deqe çalakiya rûniştinê bi dawî bû.
(kom/rc)