Li Dêrikê komkujiya Qamişlo hat şermezar kirin

15:00

JINHA

DÊRIK - Bi boneya bîranîna kesên ku di komkujiya Qamişlo de jiyanê xwe ji dest dayî li bajarê Dêrikê a Kantona Cizîrê meşek girseyî pêk hat. Di meşê de Partiya Hevbendiya Niştîmanî ya Sûriyê, PYD'ê û Hevkarên Kongreya Star amede bûn.

Bi rasthatina salvegera komkujiya Qamişlo ya ku di 12'ê Adara 2004'an de li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê, rejîma Esad neteweperestên Ereb bi kar anî û li hemberî gelê Kurd komkujî kir de çalakiyek girseyî li bajarê Dêrikê bi pêşengiya PYD û Kongreya Star pêk hat. Di çalakiya ku bi yek deqe rêzgirtinê despêkir de malbatê kesên ku jiyana xwe di komkujiyê de ji dest dane jî amede bûn. Di çalakiyê de sersaxî ji tevahî malbatan re hat xwestin û komkujî hat şermezar kirin.

Piştî axaftinan çalakî bi dirûşmeya "Şehîd namirin", "Bijî şoreşa Rojava" bi dawî bû.

(db/rc)