2. Konferansa Jinên Cîhanê sibe li Nepalê dest pê dike
16:22
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN- 2. Konferansa Jinên Cîhanê bi dirûşmeya 'Jin hildikişên asoyê çiyayan' li Nepalê pêk tê. Jinan der barê konferansa ku sibe bê li darxistin de gotin, "Rêxistina sîwan a jinan wê li hember tu astengiyan neyê rawestandin! Facîayên xwezayê ya wekî erdhêj an jî facîyayên hikûmeta Hîndistanê ya civakî û polîtîk wê nikare hemberî derketina çiyayan me asteng bike."
Bi milyonan jinên cîhanê ji bo xwedî derketina pêşerojên xwe û girtina mafên xwe yên polîtîk, aborî, civakî û çandî di 2. Konferansa Jinên Cîhanê de tên gel hev. Konferansa 1. di sala 2011'an de li Venezuela yê pêk hatibû. 2. Konferansa Jinên Cîhanê ya îsal di navbera 13-18'yê Adarê de li Nepalê pêk were. Zemîna rêxistinan 2. Konferansa Jinên Cîhanê dê li paytexta Nepala Kathmandu yê dest pê bike. Ji 40 welatên cuda bi sedan jin bi dirûşmeya 'Jinan hildikişên asoyê çiyayan' tevlî konferansê bibin.
Jinên cihanê 4 sal e ji bo vê mijara girîng xebat didin meşandin. Jinan piştî civîna di sala 2013'an de li Efrîka yê pêk hatîbû li ser konferans li Nepalê pêk bê de biryar dabûn. Lê piştî erdhêja Nepala ku di sala 2015'an de pêk hatibû de ji ber dê Nepal bi xeternak be li ser mijara konferansa Nepalê de biryar nehatibû zelalkirin. Li ser vê yekê Hevgirtiyên Jinên Yekbûyî ku wekî rêxistineke Nepalê tên zanîn, cesaret dan jinên cîhanê û biryara dê konferans li Nepalê pêk were girtin. Piştî biryara jinan hikumeta Hindistanê qedexeya derketina derveyî sînor a ku ne qanûniye da. Jinan li hemberî qedexeyê diyar kirin ku rêxistina jinan li dijî tu zehmetiyan dê ranewestin. Facîayên xwezayê ya wekî erdhêj an jî facîyayên hikûmeta Hîndistanê ya civakî û polîtîk dê nekare hemberî derketina çiyayan me asteng bike."
Jinan di daxuyaniyên xwe de dan zanîn ku tevgera jinên xweser a cîhanê her ku diçe bi hêz dibe û wiha gotin: "Bêdengiya jinan li dijî tundiyan şikestiye û li hemberî vê yekê muxalefetek bi biryar pêk anîn. Jinên xebatkar li her dere dibin pêşengên grevan. Li hemberî parastina xweza û felaketên gerdûnî di herî pêş de têdikoşe. Tiştê herî girîng sedema wan hemû tiştan pergala kapîtalîst e."
Jinan di daxuyanên xwe de diyar kirin ku DAIŞ'ê ji aliyê Hêzên Parastina Jinan (YPJ) li Rojava têk çûne û ev tişt gotin: "Li Rojava pergaleke demokratik û mafê jinan nas dike hat dîtin. Niha jinan li Nepalê li hemberî têkçûna pergala monarşîk û piştî vê ji bo Nepala demokratik û azad li ber xwe didin."
Bernameya konferansê ya roja ewil wisa ye:
13'ê Adarê: merasîma vekirinê û xwepêşanên komî
Cih: Bhrîkutî Mandap
Saet: 11.00'an de
Merasîma vekirinê
Cih: Eywana Akademiya Kamaladî
Saet:13.00'an de
(ea/rc)