Li Efrîn û Til Temir komkujiya Qamişlo hat şermezar kirin
17:18
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN - Bi rasthatina salvegera komkujiya Qamişlo li Kantona Efrîn û Cizîrê çalakiyên bîr anînê pêk hat û daxuyanî hatin danîn. Di çalakiyan de komkujiya Qamilo ya 12 Adarê bi tundî hat şermezar kirin.
EFRÎN
i rasthatina salvegera komkujiya Qamişlo ya ku di 12'ê Adara 2004'an de li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê, rejîma Esad neteweperestên Ereb bi kar anî û li hemberî gelê Kurd komkujî kir de çalakiyek girseyî pêk hat û daxuyanî hat dayîn. Daxuyan ji aliyê Endama Rêveberiyê Kantona Efrîn ya TEV-DEM'ê Ehmed Xelîl ve hat xwendin. Di daxuyaniyê de komkujiya ku rejîma Baasê pêk aniye bi tundî hat şermezar kirin û wiha hat gotin, "Şehîdên serhildana 12'ê adarê ji bo hemû gelên Rojhelata Navîn bûn mûm û rênîşan ku ew jî bikaribin dengê xwe li beramberî dagirkeriyê bilindbikin. Îro gelê me serkeftinên girîng li ser bingeha Xweseriya Demokratîk di Rojava de bidestxist. Lewma hêzên dagirker di serî de Hukûmeta AKP-Erdogan û hemû hevkarên wî bi hemû hêzên xwe êrîşî gelê me li Rojava û Bakûrê Kurdistanê dikin. Lê li beramberî vê gelê me bi berxwedana xwe ya birûmet çawa ku li Rojavayê Kurdistanê hemû êrîşên dijminên xwînxar têk bir, ew ê cardin bi têkoşîn û berxwedanê êrîşên xwînxaran li bakûr jî têk bibe.
Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeyê "Bijî berxwedana Bakûrê Kurdistanê, "Şehîd Namirin" bi dawî bû.
TIL TEMIR
Li bajarê Til Temir a Kantona Cizîrê jî bi pêşengiya Rêveber û hevkarên Kongreya Star gelek jin li hev kombûn û bi daxuyaniyek komkujiya Qamişlo şermezar kirin. Daxuyanî ji aliyê hevkarê Kongreya Star Canda Ehmed ve hat xwendin û wiha hat gotin, "Adar di dîroka gelê kurdên berxwedêr mizgîniya roja nû ye. Destana qehremaniyê yê Adarê ji Kawayê Hemdem Mazlûm Doxan heya îro di şoreşa Rojavayê Kurdistanê, li Bakûrê Kurdistanê destanên nû hatin neqişkirin. Gelê Kurd bi tu awayî serî ji komkujiyan re netewand. Ne komkujiyên li bakûr pêkhatine, ne qetlîama sînemeya Amûdê, ne komkujiya Qamişlo, ne Helepçe, ne ya zîndana Hesekê nikarîbû vîna gele Kurd bişkînê. Gelê kurd herdem têkoşiyaye. Bi serhildan û berxwedanê bersiv daye.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku serhildana Qamişlo pergalê Baasê ji binî ve heşandiye û wiha domand, "Berxwedana gel û vîna azad hêşt pergala Baas gavan paşde bavêje. Îro jî şoreşa rojava ya ku serhildana Qamişlo çîroska wê bû li ser bingehê têkoşîn û berxwedanê roj bi roj mezin dibe, Serkeftinên dîrokî pêk tîne. Bi Rêbertiya fikir û raman Rêber Apo refê gelê kurd li her çar aliyê Kurdistan bu yek. Şoreşa Rojavayê kurdistanê ev yekser nîşan da. Lewma dijminên hovane di serî de Erdogan û hikometa wî êrîşî destkeftiyên me dikin û hewildidin ku gelê me li bakûr bifetisînin. Lê hemû hewildanên dijmin vala ne ew roj bi roj têk diçin."
Daxuyanî bi tilîliyên dayîkan û çepikan bi dawî hat.
(fr-ja/rc)