Ji girtiyên ku sûrgunê Osmaniyê hatine kirin re sûrgunek din
17:42
JINHA
AMED - Malbatên ku xizmên wan ên girtî ji Girtîgeha Tîpa D a Amedê sirgûnî girtîgehên Osmaniye û girtîgehên din bûn, bertek nîşanî sirgûnan dan. Malbatan xwest her kes deng bidin dengê girtiyan û saziyên darazê jî lêpirsînê bidin destpêkirin.
Malbatên ku zarok û xizmên wan ji Girtîgeha Tîpa D a Amedê sirgûnî girtîgeha Osmaniyeyê hatin kirin, li avahiya ÎHD'ê civîna çapemeniyê pêk anî. Di civînê de rêveberên Diyar TUHAD-DER, ÎHD, MHD û xizmên girtiyan amade bûn. Hevserokê Diyar TUHAD-DER'ê Cahit Demirkiran, diyar kir ku hikûmeta AKP'ê li gelek herêmên Kurdistanê komkujiyê pêk tîne û li girtîgehan jî girtiyan sirgûn dike. Cahît, destnîşan kir ku pêkanînên niha li girtîgehan pêş dikevin wekî yên darbeya salên 80'ê ye û wiha got: "Girtiyên ji Amedê sirgûnî Osmaniyê hatin kirin rastî lêdanê hatin. Cilên girtiyan hatiye desteserkirin. Rastî lêdan û gefan hatine. Destûr nehatiye dayin ku serê xwe bişon. Bi lêdanê ew tazî kirine û hestiyên wan şikandine. Hin girtî jî sirgûnî Bandirma û Şakranê hatine kirin."
Cahît bang li hemû saziyên civakî, parazvanên mafên mirovan û kesên hestiyar kirin ku deng bidin dengê girtiyan û li dijî vê zilmê dengê xwe bilind bikin.
Li gorî malbatan agahiyên êrişan girtin kesên rastî êrîşê hatine wiha ne:
* Davut Adanir: 70 salî ye û rastî lêdana 20 kesan hatiye. Ji ber lêdanê cermê wî hatiye guran. Cilê wî xetandine û destûr nedaye nimêj bike.
* Eyyup Sari: ji bo girtiyê nexweş Kasim Sakin ê bi Nexweşa Epilepsî biparêze rastî lêdan û îşkenceyê hatiye. Li gorî gotina wî hemû girtî rastî lêdanê hatin. Hemû girtî avêtine 2 koxuyan. Ji aliyê gardiyanan ve rastî gefan hatine.
* Zulfikar Bayram: Bi Ringê ji Amedê heta Osmaniyê bi pîşemayê wî sirgûn kirine. Di rêde rastî lêdan û îşkenceyê hatiye.
* Orhan Aslan: Diyar kir ku rastî pêkanînên 12'ê Îlonê yên hovane hat.
* Mahfuz Dorudemir: diyar kir ku ji Amedê heta Osmaniyê di rîngê de rastî lêdanê hat.
(rc)