Qamişlo ji bo şehîdên xwe îro ser piyan bû

18:22

JINHA

QAMIŞLO - Li bajarê Qamişlo a Kantona Cizîrê bi armanca rasthatina salvegera Komkujiya Qamişlo ku di navde herî kêm 37 kes jiyana xwe ji dest da û bi sedan kes jî birîndar bû du çalakiyên girseyî pêk hat. Li aliyê din Endamê Asayîşê Sabir Mihemed yê ku li Girê Spî jiyana xwe ji dest daye hat oxir kirin.

12' sal bi ser komkujiya Qamişlo derbas bû, îro niştecihên Qamişlo Kurd, Suryan û Ereb ji bo şermezarkirina qetlîamê pêl bi pêl daketin qadan. Girseya gel bi hezaran li Meydana Enteriyê heya Goristana Ş. Delîl Sarûxan bi dirûşmeyên 'Ey Şehîd Rêya Te Rêya Me ye', 'Bijî Berxwedan' û 'Tolhildan' meşiyan. Jin, ciwan, kal û zarok tevahiya Qamişlo bi yek dengî silav li şehîdên xwe kirin.

Dema gel gihîşt goristanê cenazeyê endamê Asayîşê Sabir Mihemed ku li Girê Spî şehîd bibû bi durûşmeyan derbasî qadê kirin. Malbata Sabir û eşîreyên Ereban jî tevlî merasîmê bûn. ji rêveberiya xweser, TEV-DEM, Kongreya Star û saziyên sivîl jî nûner di merasîmê de beşdar bûn. Di serî de Hêzên Asayîşê ji bo şehîdên Qamişlo û hevalê xwe Sabir Mihemed merasîma leşkerî pêk anîn. Serokê Desteya Malbatên Şehîdan Rêzan Gulo axîvî û sersaxî ji malbatê şehîdan re xwast. Serokê Meclîsa Qamişlo Ferûşah Remezan, Seroka Desteya Hundirîn Kenan Berekat, Endamê Rêveberiya Kongreya Star Şaha Xelîl, Emîne Osê endama Meclîsa PYD'ê jî axivîn. Di tevahiya axaftinan de şehîdên qetlîamê û şehîdên Şêx Meqsûd hatin bi bîranîn. Hate gotin bi 12'ê Adarê re Rejîma Baas xwest ku gelê Kurd û Ereb bîne dijberê hev, lê siyasetên wan vala derket û îro şehîd Sabir ku bixwe Ereb e, bersive ji qetlîama 12'ê Adarê re da.

Her wiha di merasîmê de xwişka Ciwan Xorşîd yê ku di komkjiya Qamişlo de jiyana xwe ji dest daye Gûlîstan Xorşîd helbestek xwend. Dûvre malbata endamê Asayîşê Sabir Mihemed derkete ser dikê û lewheya şehadeta kurê xwe wergirtin. Di dawiyê de jî gel şehîdê xwe siparte axê û girse ber bi stadyoma Şehîdên 12'ê Adarê ku komkujî li wir pêkhatibû ve bi rêketin.

Li Stadyomê bi pêşengtiya YCR bernameyeke taybet a bîranînê hate amadekirin. Posterên 37 kesên di komkujiyê de jiyanê xwe ji dest dane û yê jinên şoreşger Sakîne, Leyla, Fîdan, Sêvê, Pakîze û Fatmayan hat daliqandin û bi alên TEV-DEM'ê stadyom hat xemlandin. Ciwan bi dirûşmeyên xwe stadyom dihejandin. Nûnerên partî û rêveberiya xweser jî amade bûn. Di serî de ji bo kesên jiyana xwe ji dest dane deqeyek rêz hate girtin û li wir jî bi ser navê TEV-DEM'ê Serokê Meclîsa Qamişlo Ferûşah Remezan, Hemrîn Elî bi ser navê Desteya Werzîşê, Rêzan Gulo bi ser navê Saziya Malbatên Şehîdan, Muas Mihemed bi ser navê şaredariya Qamişlo her yekê axaftinek kir. Di axaftinan de hate gotin "Li vir, di vê stadyomê de ciwanên Kurd hatin qetilkirin, Kurdan bi serhildanê bersiv ji vê hovîtiyê re dan û di esas de ew roj destpêka Bihara Gelan bû." Di axaftinan de herwiha êrîşên dewleta Tirk li Bakûr û êrîşên ku bi hevkariya ENKS'ê ji çeteyan re li dijî Şêx Meqsûd pêk tên, bi tundî hate şermezakirin û bang li gel hate kirin ku xwedî li şoreşa xwe derkevin.

Di berdewamê de komên futbolê derketin saheyê û maç leyîstîn. Koma karate ya zarokan pêşbirk kirin û di dawiyê de xelat li tîmên serketî re hate dayîn.

(rs/en/rc)