Trîbûna Mor ji bo Sûrê kampanya alîkarî da despêkirin

09:11

JINHA

AMED - Gelê kurd ji bo welatiyên ku ji ber êrîş û hovîtiyên dewletê ku ev çend meh in li ser bajarê Kurdistanê dide meşandin ji malên xwe derketi bûn kampanyaya alîkariyê dabûn dest pê kirin. Piştî şaredarî û saziyên sivîl niha Trîbûna Mor ji bo Sûrê alîkarî kom kirin. Trîbûna Mor ku ji koma piştevaniyan jinan pêk tê û Unî-Amedspor ji bo Sûrê kampanyaya alîkariyê dan destpêkirin.

Dorpêç û qedexeya navçeya Sûra Amedê di 104 roj in didome. Ji ber êrîşên dewletê ya hov gelek avahiyên welatiyan hatin hilweşandin û gelek kes mexdur bûn. Ji çar aliyê Kurdistanê gelek kes ji bo Sûrê alîkarî kom kiribûn û ji malbatan re belav kiribûn. Niha Trîbûna Mor a ku ji koma piştevanên jinan pêk tên ji bo Sûrê kampanyaya alîkariyê dan destpêkirin. Trîbûn Mor ku koma piştevanê fermî ya Amedsporê ne ji bo zarokan pirtûk û leyîstok , ji bo jinan jî alîkariyên xwarin û vexwarinê kom dikin. Piştevanên jin li ser malperên civakî piştgiriyan kom kirin û ji çar aliyê Tirkiyeyê ji bo Sûrê gelek alîkarî kom kirin. Piştevanên
Trîbûna Mor piştgiriyê didin Unî-amedspor jî.

Yekda Gunay ku li ser navê jinên piştevan axivî û diyar kir ku ew bi lez û bez dest bi xebatên xwe kirin û wiha got: "Me bi hevalên xwe yên zanîngehan ku di nav koma piştevanan de cih digirin ji bo alîkariya Sûrê însiyatîfek ava kir. Me pir dixwest platformeke alîkariyê ava bikin bi taybetî jî di van rojên zor û zehmet de."

'Pêdîviya wan bi çi hebe em ê bi hêviyên xwe re ji wan re bibin'

Yekda diyar kir ku ew bi wan alîkariyan dixwazin pişgirî bidin gelên xwe û wiha axivî: "Em dixwazin birîna gelê xwe hinek ber jî bipêçin. Ji bo wan hêvîbûyîn daxwaza me ya herî mezin e û ji bo pêk anîna wan tiştan me gavê ewil avêtin. Em wekî însîyatîfa alîkariya Trîbûna Mor û Unî Amedspor ji wan re alîkariyên cil û berk, tamûrên dibistanê, pirtûk, pêlav û hwd. pêdîviyên wan bi çi hebe em ê bibin."

'Gelê Sûrê ne bi tenê ne'

Yekda da zanîn ku ew ê bi hewldanên xwe nîşan didin ku gelê Sûrê ne bi tenê ne û wiha domand: "Me ji herkesi piştgîrî girt. Ji 7'ê heta 70'ê salî hemû kes piştgirî da me. Em koma piştevanên a jin her tim li ba gelê Sûrê ne. Tiştê ku ji destê me tê ev e û em jî vê tiştî dikin. Em jinên koma piştevan baş zanin ku piştevanî tenê li trîbûna nayê nîşan dan. Em baş zanin gelê me li wir çi zehmetiyan dikişinin. Ji bo ku ji wan re bibin hêvî me gavên ewil avêt."

Yekda dest nîşan kir ku kesên dixwaze alîkariyê bike li ser malpera bi navê Trîbûna Mor dikarin bigihêjin wan.

(ea/rc)