Banga lezgîn ji Surê: Dibe ku tenê 5 deqeyên me mabin!
10:47
JINHA
AMED - Li Surê 7 welatî di odeyekê de asê mane. Welatiya bi navê Dilber Bozkurt a ku li Sûrê di odeyeke de asê maye maye wiha got: "Duh bi kepçeyên xanî bi ser serê me de hilweşandin. Eger îro kepçe bixebite em ê di bin enkaqê de bimînin, dibe ku 5 deqîqeyên me mabin. Divê gel ji bo derxistina cenazeyan rabe li ser piyan."
Li naveçaya Sûrê ya Amedê ev 103 roj in êrîş û dorpêç bendewam dike. Li Surê 7 welatî di odeyekê malekî de asê mane. Duh kepçeyan piraniya malê xira kirine tenê odeyek maye û 7 welatî di malê de asê mane. Welatiya bi navê Dilber Bozkurt diyar kir ku ew 7 kes di odeyeka malekî de asê mane û wiha got: "Duh bi kepçeyên xanî bi ser serê me de hilweşandin. Em nikarin serê xwe derxin derve. Eger îro kepçe bixebite em ê di bin enqazê de bimînin. Cenazeyê 40 hevalên me di bin enqazê de ne. Divê gel ji bo derxistina cenazeyan rabin ser piyan. Duh 8 hevalên me hatin qetilkirin. Heke tiştek neyê kirin em ê li vir bimînin di bin enqazê de. Belkî 5 deqeyên me mabin."
(rc)