'Min bîranînên keça xwe di jêrzemîna hovîtiyê de dît'
11:09
JINHA
ŞIRNEX - Di komkujiyên li Cizîrê pêk hat de xwendekara lîseyê ya 16 salî Yasemîn Çikmaz jî hat qetilkirin. Dayika Yasemîn Esmer Çikmaz, cilên keça xwe yên ji jêrzemînê derxist û bi deriyê mala sersxiyê ve daliqand û got: "Ev cil ên keça min in. Destê min lê negeriya ku ez ji nava heriyê derxim. Xwedê heqê me nehêle."
Hikûmeta AKP'ê sûcên mirovahiyê li Kurdistanê berdewam dike. Di van sûcê mirovahiyê yê herî berbiçav komkujiyên li Cizîrê di jêrzeminan de pêk anî ye. Di jêrzemînan de bi sedan welatî hatin înfazkirin. Yek ji van welatiyên ku hatin înfazkirin xwendekara lîseyê ya 16 salî Yasemin Çikmaz e. Yasemin, di dorpêçkirina dewletê li taxa Cudî di jêrzemînê de bi çekên kîmyewî hat qetilkirin. Dayika Yasemin Çikmaz Esmer Çikmaz, diyar kir ku piştî ji bo nava rojê qedexe li ser cizîrê hatin rakirin çûn jêrzemîn ziyaret kirin û dema jêrzemîn ziyaret kir, cilê keça xwe dît. Esmer da zanîn ku wê ji bo bîranîn Yasemîn cilên wê bi deriyê mala sersaxiyê daliqandiye û got, "Şal û qazaqê Yasemin saxlem e, lê hirkayê wê perçe bûye û sebxa madeyekî li ser çêbûye."
Cenaze perçe bûbû
Esmer, diyar kir ku dema êrîş zêde bû wan biryar dan ku ji malên taxa Cudî derkeve û wiha got: "Dema em ji malên xwe derketin me tu alav bi xwe re dernexist. Piştî em derketin keça min Yasemin ji bo libasên xwe bigire dîsa vegeriya malê. Lê ji ber dorpêçê keça min dîsa nekarîbû ji malê derkeve. Li gel welatiyên din di jêrzemîna duyemîn de hat qetilkirin. Pişti cenaze hatin derxistin bi testa DNA'yê me cenazeyê wê tespît kir. Me cenazeyê wê ji Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê derxist. Cenazeyê keça min hatibû şewitandin. Nedihat naskirin. Dema cenaze teslîmi min kir, cenaze nedihat naskirin."
'Min bîranînên keça xwe di jêrzemîna hovîtiyê de dît'
Esmer, da zanîn ku piştî di nava rojê de qedexe li ser navçeyê rabûn di 9'ê Adarê de çû jêrzemîna ku keça wê lê hatiye qetilkirin û li wir rastî cilên keça xwe hat. Esmer wiha pêde çû, "Dema ez ketim jêrzemînê min alavên kesên hatine qetilkirin dît. Cuzdan, parfum û çande tev li holê bûn. Ez li cilên keça xwe geriyam û min cilê wê di nava heriyê de dît. Dema ji mal derket ew cil li xwe kiribûn. Min ewil hirkayê wê dît. Piştre min qazax û şalê wê dît. Ez li pêlava wê geriyam, lê min pêlava wê nedît. Min cilên wê anîn malê. Ji ber ku cilên wê ji bo min wekî cenazeyê wê ne. Xwişka wê got 'Te neaniya malê'. Min jî got 'Ev cilên Yaseminê ne. Bila kes nebêje derew e. Ev cilên Yasemîn in."
'Destê min lê negeriya'
Esmer, anî ziman ku ew nizane zarokên wan çawa hatine qetilkirin û wiha dawî li gotinên xwe anî: "Em nizanin çawa hatin qetilkirin. Em dizanin ku derî bi funye teqandine. Cilê wan keçan tevan li holê bû. Hemû di nava heriyê de bûn. Kî bihata wir dê cilên keç û kurê xwe nas kiribûna. Min cilê keça xwe nas kir. Xwedê heqê me ji wan re nehêle. Xizma min jî li cem min bû dît ku çi bûye. Ez giriyam û ew giriya. Destê min lê negeriya ku ez cilan ji nava heriyê derxim û bînim malê. Xwedê heqê me li erdê nehêle."
(rc)