Li Gever û Nisêbînê 'qedexe' hat îlan kirin

12:13

JINHA

COLEMÊRG/MÊRDÎN - Li navçeyên Gever û Nisêbînê ku bi rojan e çapemeniya îxtidara AKP'ê nûçeyên wekî "dê qedexe bê îlankirin" diwaşînin, qedexeya derketina derve hate îlankirin.

Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê û Gever a Colemêrgê ku çapemeniya îxtidara AKP'ê bi rojan e weşanên wekî dê qedexe bên îlankirin diweşîne, qedexe hati îlankirin. Di daxuyaniya ku ji aliyê Walîtiya Colemêrgê ve hate dayîn de hate gotin ku îşev dê saet di 22.00'an de, di daxuyaniya ji aliyê Walîtiya Mêrdînê ve hate dayîn de jî hate gotin ku qedexe dê saet 00.00'an de dest pê bike. Daxuyaniya Walîtiya Colemêrgê ya ku "hatin û çûyînê navçeyê jî hatine qedexekirin" bal kişand.

Ji bo herdu navçeyan jî Wezîrê Karên Hundir Efkan Ala û rayedarên hikûmetê rojên borî daxuyanî dabûn. Dîsa li herdu navçeyan jî di demên dawî de bi sewqiyatan ve ji bo qedexeyê amadekarî hatibûn kirin.

(rc)