Nûçegihana me Bêrîtan Canozer û 18 girtiyên jin hatin sirgunkirin
12:13
JINHA
AMED - Li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê nûçegina me Bêrîtan Canozer û Hevseroka DBP'ê ya Rezan Reyhan Kavak Ozbek jî di nav de 19 girtiyên jin hatin sirgunkirin.
Piştî ku ji Girtîgeha Tîpa D a Amedê 6 girtiyan fîrar kirin, sirgunkirin ji girtîgehên bajar dest pê kir didome. Herî dawî şevê din ji Girtîgeha Tîpa E ya Amedê nûçegihana JINHA'yê Bêrîtan Canozer û Hevseroka DBP'ê ya Rezan Reyhan Kavar Ozbek a rojên borî ji Sûrê derketibû jî di nav de 19 girtiyên jin sirgunî Girtîgehên Bakirkoy, Sîncan, Gebze û Şakranê hatin kirin. Girtiyên ku hatine sirgunkirin hemû dozên wan berdewam dike.
Girtiyên ku sirgunî Girtîgeha Bakirkoyê hatin kirin: Bêrîtan Canozer (di greva birçîbûnê de ye) Ece Gokdag, Esma Başkale (di greve birçîbûnê de ye), Şukran Karakoyun û Gulbahar Pervane.
Girtiyên sirgunî Sîncanê hatin kirin: Jiyan Ateş, Leyla Uyanik, Leyla Nergîz, Sultane Atabay û Reyhan Kavak Ozbek.
Girtiyên ku sirgunî Girtîgeha Gebzeyê hatin kirin: Serap Burak, Turkan Uzun Avşîn, Yaşar Akboga, Zelîha Kocaman û Zehra Eplî (di greva birçîbûnê de ye).
Girtiyên ku sirgunî Girtîgeha Şakranê hatin kirin: : Zeytîn Satici, Gurbet Ozturk (di greva birçîbûnê de ye), Sariya Olmez û Rahşan Aydin.
(rc)