'Emê Surê ji nûde bi destê xwe înşa bikin'
12:37
JINHA
AMED - Ligel ku li Surê operasyon qediya ye jî ne rakirina dorpêçê bertekê gel avadike. Fatma Pamuk diyar kirin ku ew dixwazin êdî vegerê malê xwe û wiha got, "Roja ku qedexe rabe despêkê ez ê herim Surê. Ew hilweşandin û xirab kirin, lê em ê bi destê xwe malên xwe ji nû de înşa bikin."
Li navçeya Sura Amedê 103'ê rojin hêzê dewletê dorpêç kiriye û bê navber êrîş pêk tîne. Malbatên ku ji ber dorpêçê 4 heyvin neçar mane koçber bikin diyar kirin ku ew dixwazin vegerin Sûrê. Gelê Surê diyar kirin ku hikûmet daxuyandiye ku qedexe rabûye û gotin hîna malên wan di bin dagirkeriyê de ye. Fatma Pamuk diyar kir ku hêzên dewletê bi tang û topa êrîşî malên wan kiriye û got, "Ez bi hesreta vegera mal dijîm. Dibe ku malê min hilweşiya be. Lê ez li wir ji dayîk bûm û mezin bûme. Bîranînên me hîna li wir dijîn."
'Em ji Surê derketin lê ez car din her roj têm vir'
Fatma got ku berî li dorpêça Surê li taxa Hasirli dima piştî dorpêçê çuyê taxa Seyrantepê û durvê jî mala xwe biriyê taxa şehîdlikê. Fatma anî ziman ku tiştên jiyan kirinê zilmê û wiha berdewam kir:"Bila êdî dewlet devji mê berdê. Ji dema ku em ji Surê derketin mala mê bi kireyê û em 400 milyon pêre didin kirê. Em çi bikin? Em ji Surê derketin lê her roj ez li wirim. Hemu ciranê min ê Surê jî berê di salên 90'an de dewletê gunde wan şêwitan dibûn û hatibûn li Surê bi cih bûbûn îro dewlet heman tişt li ser vî gelî didê meşandin. Edî ez ciranê xwe behtir femdikim."
'Em ji Surê derketin lê her roj li virim'
Fatma diyar kir ku ew ji ber ji Surê derketine rastî gelek zehmetiyan hatine û wiha got, "Mala me xira kirin êdî bila belayê xwe ji me vekin. Malê min yê berê jî bi kirê bû, lê niha neçar dimînim ku her me 400 lîre bidin. Ez ji Surê derketim lê her roj têm vir. Tevahî niştecihên Surê di salên 90'î de hatin koçber kirin û vê carê ji vir didin koçber kirin. Ez niha ew wan hîn baştir fêm dikim."
'Li Surê tenê dengê bombe tê bihîstandin'
Fatma da zanîn ku ew bi zorê ji malê hatine derxistin û wiha pêde çû, "Bêy xwesteka xwe em ji malê derketin. Niha li Seyrantpê em rûdinin. Hîna dengê top û bombe ji Surê tê. Di taqîna her bombeyek de dilê me dêşe. Ez wek bûk hatim Surê û dixwazim zarokên min li wir mezin bin. Polîsan li ber çavê zarokan gule direşînin. Gel ne dixwast derkevin ji Surê û digotin eger mirinek hebe bila li vir be. Sur cihek weke biheştê ye. Lê niha li Surê tenê dengê bombe tê bihîstandin."
Fatma gotinên xwe ê dawî wiha anî ziman:" Gava dorpêç li Surê bidawî bibe ez ê herim mala xwe. Wan xira kir em ê avakin û em ê jiyana xwe ji nû ve înşa bikin."
(dt/rc)