Kermesa piştevaniyê ya ligel jinên Sur û Cizîrê
13:14
JINHA
ÎZMÎR - Jinên ji Komeleya Elewiyên Demokratîk ên Îzmîrê bi armanca piştevaniya gelê Sur û Cizîrê kermes saz kir.
Ji jinên Komeleya Elewiyên Demokratîk ên Îzmîrê ji bo piştevaniya gelê Sur û Cizîrê li Konakê ber Hana Kizlaragasiyê kermes saz kir. Kermesa ku ji xwarinên bi keda jinan pêk hatî di demek kurt de rastî eleqeyek mezin hat. Hevseroka Komeleyê Meryem Çakmak armanca kermesê wiha vegot, "Wek Komeleyê Elewiyên Demokratîk ên Îzmîrê me biryar stand ku em piştevaniyê ligel jinên Cizîr û Sûrê bikin. Niha kermes rastî eleqeyek mezin tê. Tevahî jinên Elewî li malên xwe xwarin amede kirin û tevlî bûn. Me piştgirî ji Şaredariya Mezin a Bajarê Îzmîrê jî girt. Ev yekemîn car pêk tê, heya niha ti piştevanî ango alîkarî nedane. Vê carê şaredarî baş nêzî me bû."
Meryem da zanîn ku jinên Elewî kermesê ku bi armanca piştevaniya ligel jinên Cizîr û Surê saz kirine dê di nava her heftê an roja Yekşem ango duşemê li dar bixin û wiha got, "Em dixwazin destê xwe dirêjî jinên ku bûne maxdûrê şer bikin. Ez bang li tevahî jinên vir jî dikim ku piştgirî bidin. Em ji xwe hatine maxdur kirin, hatine bindest kirin divê em piştgiriyek mezin bidin gelê ku rastî zilmê tê."
(dt/rc)