Li Geverê berî 'qedexe' êrîş 4 kes birîndar bû
13:50
JINHA
COLEMÊRG - Li Geverê beriya ku qedexe destpê bike êrîşên hêzên dewletê destpê kirin û di êrîşa bi topên hawanê ya li hemberî Taxa Kişlayê, rojnameger jî di navde de 4 kes bi sivikî birîndar bûn.
Li navçeya Geverê ya Colemêrgê ku îşev bi navê "qedexeya derketina kolanan" rewşa awarte hate îlankirin, beriya ku qedexe destpê bike êrîş destpê kir. Çawa ku îlana qedexeyê hate kirin, hêzên dewletê bi topên hawanê êrîşî taxên Orman û Kişlayê kirin. Di êrîşan de, rojnamegerên li ber Mala Gel jî di navde 4 kes bi sivikî birîndar bûn. Hate diyar kirin ku 4 kes ji deverên xwe yên cuda bi perçeyên şarapnelê birîndar bûne û rewşa birîndaran jî baş e. Welatiyên li taxê birîndaran derman kirin.
(dt/rc)