DBP rapora Cizîrê eşkere kir

14:01

JINHA

ŞIRNEX - Di rapora çavdêriyê ya DBP'ê de hat ragihandin, ku li Cizîrê, jin zarok, extiyar û sivîl bi qasî 300 kesan jiyana xwe ji dest dane û ji sedî 80 ê navçeyê zerar dîtiye. Wehşeta li Cizîrê xal bi xal hat destnîşankirin.

Heyeta DBP'ê, encamên lêkolînên xwe yên 10-11'ê Adarê yên li Cizîrê eşkere kir. Di rapora çavdêriyê ya DBP'ê de hat ragihandin, ku li Cizîrê, jin zarok, extiyar û sivîl bi qasî 300 kesan jiyana xwe ji dest dane û ji sedî 80 ê navçeyê zerar dîtiye. Wehşeta li Cizîrê xal bi xal hat destnîşankirin.

Tespîtên DBP'ê yên li ser wehşeta li Cizîrê bi vî rengî ye:

"1- Ji ber topbarana ji tankan û hawanan ji sedî 80 ê navçeyê zerar dîtiye,

2- Her kesên li navçeyên dijîn weke sûcdarê potansiyel hatine dîtin û li gorî hiqûqa dijminatiyê helwest hatiye nîşandan,

3- Di serî de taxên Cûdî, Nûr, Sûr û Yafesê, li 6 taxên navçeyê ji sedî 80'ê zerar çêbûye,

4- 500 avahî bi temamî xisar dîtine, 2000 jî nîv xisar dîtine,

5- li xaniyên nehatin xerakirin û ji aliyê xwediyan ve hatine terikandin, lêkolîn hat kirin,

6- Mobîlyayên van xaniyan hatine şewitandin, gule li sarinc, televîzyon û klîmayan hatin reşandin,

7- Gule li dolabên kincan hatine reşandin û kincên tê de bûne ku nema bên bikaranîn,

8- Pîsî li nava nivînan hatiye bicihkirin û bi vî rengî nivîn hatine pêçandin,

9- Li ser kincên binî, bi taybetî yên jinan peyvên ku heqaretê li rûmeta mirovahiyê dike hatine nivîsandin û hatine teşhîrkirin,

10- Bingesazî û şebekeya avê ya navçeyê di asteke giran de zerar dîtine,

11- Pitik, extiyar û sivîl di nav de bi qasî 300 kesan jiyana xwe ji dest dan,

12- Li sê jêrzemînan bi dehan mirov bi birîndarî hatin şewitandin, lewma gelek ji wan ji ber ku nekarîbûn bên teşxîskirin, li goristana bêkesan hatin veşartin,

13- Li binê xirbeyan cenaze hene,

14- Ji binê xirbeyan parçeyên ji bedena mirovan hatin dîtin,

15- Gelek cesed hatine parçekirin, dest û lingên wan hatine jêkirin, serê wan ji bedenê hatine jêkirin, cesed bi du parçeyan hatine parçekirin,

16- Çermê kûçik û pisîkan li nava kolanan hatine darvekirin,

17- Li ser dîwaran dirûşmên neteweperestî, zayendîperestî û nîjadperestî hatine nivîsandin,

18- Di dema dorpêçiyê de bi hesasiyet û rûmeta mirovan re hatiye lîstin û helwesteke dijminatî hatiye nîşandan.

Daxwaz

1- Ji ber ku aboriya navçeyê bi temamî têk çûye, deynê esnafan û gelê navçeyê yê li bankayan werin taloqkirin,

2- Ji bo wehşeta li navçeyê hat kirin li cihekî din neyê kirin, siyaseta demokratîk bikeve dewrê,

3- Gel bi tenê neyê hiştin, heyetên neteweyî û navneteweyî bi dorvegerî navçeyê ziyaret bikin,

4- Ne li gorî veguherîna bajarî, li ser bingeha qadên jiyana civakî, bersiv ji pêdiviyên gel ên stargeh, xwarin, perwerde û tenduristiyê re were dayîn,

5- Pirsgirêkên cezaî û hiqûqî yên navçeya me Cizîrê, ji aliyê komîsyona bi pêşengiya Baroyê ve hatiye avakirin, bên çareserkirin.

Em dixwazin careke din destnîşan bikin ku di nava 80 rojên qedexeya derketina derve de li navçeya me Cizîrê wehşet û komkujiyeke mezin a nikare bê vegotin hatiye kirin û vê komkujiyê rê li ber êşên gelekî giran vekiriye."

(rc)