Ji ciwanan helwestek tund li hember Partiyên Hevkar

15:50

JINHA

QAMIŞLO- Komîteya Siyasî ya YCR'ê bi beşdariya 8 baskên ciwanan ên partiyên siyasî daxuyaniyeke hevbeş da û hevkariya partiyên Kurd bi çeteyên ku êrîşê Şêx Meqsûd dikin, bi tundî şermezar kirin.

Komîteya Siyasî ya YCR'ê ku baskên ciwanan ên partiyên PYD, Pariya Çep, Lîberal, Guhertin, Tecemu, Partî Aştî, PDKS û MLKP'ê jî piştgirî dayê bi daxuyaniyekê êrîşên li ser Şêx Meqsûd ku rola partiyên Kurd ên hevkar jî tê de heye, şermezar kirin. Endamên baskên ciwanan ên van partiyan jî di xwendina daxuyaniyê de amade bûn û daxuyanî ji hêla endamê Ciwanên PYD'ê Mehmûd Hisên bi zimanê Erebî hate xwendin.

Di daxuyaniyê de şoreşa Sûriyê û bedelên giran ên ku gelan ji bo avakirina sîstema demokratîk û civaka exlaqî û polîtîk dane, hate destnîşankirin û daxuyanî wiha domiya: "Di nav sîstema Xweseriya Demokratîk de pir rêxistin û partî cihê xwe digrin û hewldan ji bo yekgirtineke netewî tê dayîn. Lê belê partiyên wek El-Partî Demokratî û Yekîtî ku li jêr sîwana ENKS'ê de ne bi hêzên derve re girêdayî ne û naxwazin çareserî ji bo gelê Kurd derkeve holê. Ev partî di aliyê opozîsyonê cih girtine. Jixwe opozîsyona ku li dijî gelê me hertim di nav êrîş de bûye."

Daxuyanî wiha domiya: "Ji xwe beriya vê jî di sala 2012'an hevaleke me yê ciwan bi navê Çekdar Amed ji hêla van hêzên xayîn ve hate şehîd kirin. Îro jî ne tenê alîkarî didin hêzên çete yên ku di qada Navnetewî de terorîst îlan bûne, herwiha êrîşê Şêx Meqsûd dikin. Di encama van êrîşan de bi dehan kes jiyana xwe ji dest dan."

Di dawiya daxuyaniyê de wiha tê gotin: "Siyaset û kiryarên van partiyên hevkar deşîfre bûne. Dema wê hatiye ku em li dijî vê nêzîkatiyê helwest raber bikin. wek ciwanên komîteya Siyasî ya YCR'ê jî em girêdanan xwe bi xwîna şehîdan dubare dikin û bangewaziyê tevahiya pêkhateyan bi taybet jî rêxistinên ciwanan dikin ku hişyar bin û li hember van siyasetên qirêj amade bin. Rê nedin destên îxanetê ku dirêjî gel û şoreşê bibe"

(kom/rc)