Hestî û lebatên mirovan yên avêtine qira çemê Dîcleyê hatin lêkolîn kirin

15:57

JINHA

ŞIRNEX - Li navçeya Cizîrê li ser serlêdana Baroya Şirnexê, OHD û MHD'ê ji bo komkirina hestiyên mirovan ên ku hêzên dewletê avêtine qira çemê Dîcleyê ya li Serdozgeriya Komarê ya Şirnexê, li herêmê lêkolîn hate kirin. Di encama lêkolînê de gelek hestî û lebatên mirovan hatin dîtin.

Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê piştî ku qedexeya derketina derve bi roj hate rakirin, Komeleya Hiqûqnasên Mezopotamyayê (MHD), Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHD) û Baroya Şirnexê lêkolîn û lêgerînên xwe didomînin. Parêzeran ji bo ku lebatên ku hêzên dewletê avêtine qiraxa çemê Dîcleyê bên komkirin serî li Serdozgeriya Komarê ya Şirnexê dan. Piştî serlêdanê polîsan li herêmê lêkolîn kirin. Di encama lêkolînên ku bi parêzeran re hate kirin de gelek lebat û hestiyên mirovan xistin poşetên delîlan û teslîmî dozgeriyê hatin kirin.

Hêzên dewletê di encama êrîş û dorpêça 80 rojan de ji bo ku şopên qatlîama ku pêk anîne winda bikin enqazên avahiyên li taxa Cûdiyê avêtibûn qiraxa çemê Dîcleyê. Di hundirê enqaza ku hatin avêtin de piştî ku lebatên mirovan hatin dîtin, ji bo ku bi çavdêriya dozger lêkolîn bê kirin serlêdan hatibû kirin û ev serlêdan bi îdiaya "ewlehiyê" hatibûn redkirin.

(rc)