Komelya Êzidiyên Rojava civîna xwe ya salê pêk anîn

16:16

JINHA

EFRÎN- Komeleya Êzidiyan Rojava- Efrîn civîna xwe ya salê li avahiya Komeleyê, bi amadebûna endamên Komeleyê û hejmareke pir jin pêk hat.

Di civîna salane ya Komeleya Êzidiyan de, endamên Komelyê û jinên Êzidî amade bûn. Endama Kongra Star Zelal Cîger jî beşdarî bû. Zelal bal kişand ser rewşa Rojava û pêşveçûnên siyasî û leşkerî ku li tevahî Kurdistanê û taybet li Rojava diqewimin û wiha got: "Sala 2015'an salek tejî têkoşîn û berxwedanî di dîroka gelê Kurd de bû. Şervanên Kurd di vê salê de serkeftinên ne ji rêzê bi taybet li Şengal û Kobanê bidest xistin û li hember çeteyên herî hov DAÎŞ'ê rizgarkirina gelek sivîl û herêman pêk anî."

Zelal Cîger di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: "Tevî hemû polîtîkayên ku li ser gelê Kurd pêk tên, hîna jî gelê Kurd li ber xwe dide û serî natewîne. Her kesê ku ji parastina xaka welatê xwe jî direve xiyanetê despêkê li xwe û paşê li gel û axa xwe dike."

Piştî axaftina Zelal, rapora salekê ya karê Komeleyê ji aliyê Hevseroka Komeleyê Gula Cefer ve hate xwendin. Li ser raporê nîqaş hate kirin û pêşinyar ji bo sala bê hatin danîn. Di dawiya civînê de biryar jî hatin standin. Hin biryarên ku hatin standin jî ev in: Lidarixistina Konferanseke jinên Êzidî li Kantona Efrînê, di nava gundên ku Êzidî lê dimînin beşdarbûna hemû lijne û desteyan amadekarî ji bo Cejina Çarşema Sor li Efrînê.

(fr-hs/rc)