2'emîn Konferansa Jinên Cîhanê li Nepalê despêkir

17:39

JINHA

KATMANDU - Îsal 2'emîn Konferanasa Jinên Cîhanê li Katmanduyê piştî meşa bi sedan jin tevlîbûyî despêkir. Di konferansa Fermandara YPJ'ê Rengîn Rufin Xelef, nûnerên Kongreya Star û NAVDEM'ê jî heyî de jinên li Rojava di berxwedanê de hatin silavkirin.

2'emîn Konferansa Jinên Cîhanê di nava 13-18'ê adarê de li Paytexta Nepalê Katmanduyê bi meş û çalakiyên vekirinê despêkir. Meşa ku bi beşdariya 1500 jinên li herêma Bhîtkûtû Mandaop a Katmandûyê pêk hat, saet 12:00’an start da. Li pêşiya meşê komîteya rêxistina konferansê cih girt, nûnera Meclîsa Jinên Sosyalîst Fadîme Çelebî, endamên SKB’ê, Fermandara YPJ’ê Rengîn Rûfîn Xelef, nûnerên Kongreya Star û NAVDEM’ê di meşê de cih girtin. Li aliyê din jî Rêxistinên Femînîst, COÛRABE, 8 Rêxistinên Jinan a Nepal, Fas, Misir, Hindîstana, endamên jinên Yoûng Strûggle, Endonezya, Fillîpîn û nûnerên rêxistinên jinan ên cuda cuda jî beşdar bûn.

Rêxistinên jinên beşdarî çalakiyê bûne al, dovîz, pankart, wêneyên şehîdên Pirsûsê û Sakîne Cansiz hilgirtin. Jinên Nepalî yên ku qad bi rengên cuda cuda xemilandin, cil û bergên herêmî û foklorî, bi gotina sirûd û stranan govend gerandin û çalakî bi coştir kirin. Di meşa ku li navenda bajêr hat lidarxistin de jinan dirûşm qîr kirin û sirûd gotin. Piştî meş li pêşiya avahiya salona Akademiya Nepalê bi dawî kirin, beşdarvan derbasî salona akademiyê bûn, 2'emîn Konferansa Jinan a Cihanê bi merasîmeke fermî hat vekirin.

Axaftina vekirinê ji aliyê nûnera rêxistina jinan a Nepalê (ANVA) ve hat kirin. Nûneriyê wiha anî ziman: “ Weke Nepal em di pêvajoyeke zehmet re derbas dibin. Piştî erdhejê me gelek êş kişand. Ez hemû jinên di nava piştevaniya Enternasyonaliyê de cih digirin silav dikim. Li dijî emperyalîzmê têkoşîneke hevpar dimeşînin, weke cinsekî tê çewisandin li dijî cinsê diçewisîne têkoşînê bilind dikin. Ji bo têkoşînê bilind bikin em di vê konferansê de amade bûne.”

Berdevka Parlamentoya Nepalê Parlamentera jin Ansarî Gharlîe beşdarî vekirina konferansê bû û axivî û wiha got: “Ev konferans hêzê dide jinên cihanê. Li dijî nijaperestiyê, cinsparêziyê, globalbûyînê pêwîstî bi tevgereke jinan a bi hêz heye. Weke Parlamentoya Nepalê, ji bo wekhevbûyînê xebatên rêkûpêkiyê tê meşandin. Ji bo jin di her deverê de wekhev bibe, têkoşînê dide meşandin. Êdî weke jinên Nepalê, anîna zarokên keç rûmet in.”

Piştî axaftinên nûnerên saziyan aktivîteyên çandî hat pêşkêşkirin. Jinan şoreşa Rojava û Kobanê silav kirin, helbestek li ser Kobanê bi hev re gotin. Di heman demê de jî jinên Nepalî ji bo beşdarvanan muzîk pêşkêş kirin.

Roja yekem a konferansa li salona Akademiya Katmûndû ya Nepalê, bi qeydkirina delegeyên welatên beşdar dibin di yek cihî de pêk anîn. Dostên nû û kelecana mezinkirina têkoşîneke hevpar derket holê.

Piştî vekirinê, roja 14’ê Adarê rûniştina yekem wê destpê bike, ceribandinên Cihanî, gelek mijarên têkildarî têkoşîna azadiya jinê wê bên bidestgirtin.

Di tevahî demê konferansê de wê di derbarê “Jin û Qirîza Ekonmîk”, “Cinsiyetparêzî û nêzîkatiya li beranberî bedena jinê”, “Jinên Karker û çîna karker, di sendîkayan de rola jinê û têkoşîna wê”, “Di herêmên bejahî de jiyana jinê û têkoşîna wê”, “Tevgera Jinên Hawirdorparêz û jinên ji bo xwezayê têdikoşin”, “Li cîhanê birçîtî û zêde hilberîn”, “Jinên gelên xwecihî û li hember nasnameya hatî bindestxistin û li dijî nijatperestiyê têkoşîn”, “Hewldanên jinên ciwan ji bo jiyan û têkoşînê”, “Di sedsala 20’an de li welat tecrûbeyên jinan”, “Di şeran de jinên ku ji bo azadî û serbestiya xwe têkoşîn dikin” û “Rewşa jinên koçber”, “ Xebatên atolyeyê” de nîqaş bên meşandin.

(zt)