Nûçegihana me Gulfidan Ataman a ji milê xwe birîndarbû sewqî nexweşxanê kirin
17:44
JINHA
COLEMERG - Li Geverê serê sibê di topbarana ser taxên Orman û Kişlayê de nûçegihana me Gulfidan Ataman jî di navê de 4 kes birîndarbûn. Nûçegihana me Gulfidan a ji çengê xwe birîndarbû rakirin Nexweşxana Dewletê ya Colemêrgê.
Li navçeya Gevera Colemêrgê di saet 22.00'ê serê sibê de qedexeya derketina kolanan hat îlankirin. Di topbarana ser taxên Orman û Kişlayê de nûçegihana me Gulfidan Ataman jî di navê de 4 kes birîndarbûn. Mudaxeleya despêkê welatiyên taxê li birîndaran kirin. Nûçegihana me Gulfidan a ji çendê xwe birîndarbûyî li Nexweşxana Dewletê ya Geverê dihat dermankirin sewqî Nexweşxana Dewletê ya Colemêrgê kirin. Hat zanîn ku Gulfidan ji çengê xwe hat emelyatkirin.
Li aliyê dinê hat dîtin ku li navçeyê balefirên şer leşkeran li ser girên bilind didanin.
(zt)