Endame DEV-Lis bi kefêna YGS protesto kirin
18:56
JINHA
ENQERE - Endamên Dev- Lis Ezmuna Derbaskirina Perdahiya Bilind (YGS) bi kefen protesto kirin.
Ciwan îro ketin gihaneka yekmîn a zanîngihan Ezmuna Derbaskirina Perdahiya Bilind (YGS). Xwendekarên endamên Dev- Lis sistema ezmuna neqandî itiraz kirin û bi kefên (YGS) protesto kirin. Xwendêkaran li sikaka li ber Abîdeya Mafên Mirovan kefenê sipî li xwe kirin û xwe li erdê dirêj kirin û ji aliyê din ve panqarta "Naqendin ezmune qatildike" vekirin.
Xwendekaran bi mizanê li ser kefen nivîsên wek "Ez Damla Orhan 18 salî me, min ji ber YGS dawî li jiyana xwe anî", "Ez Tugba Kuyucu 3 car ketim ezmuna YGS, lê dîsa jî serkeftî nebûm ji ber wê min dawî li jiyana xwe anî" û dovîzên "Ez Îsmail Paslanmaz 19 salî me ji ser ruyê YGS, min dawî li jiyana xwe anî" hatin vekirin û ev çalakî bala welatiyan kişand. Gelek welatî bi dakîkan li çalakîya xwendakeran temaşe kirin û pişgirî dan.
Ji aliyê din ve xwendekarên Hevgirtina Lise a Şoreşgeran diruşmên "Ezmun bila ya webe, wê Berkin werin " hatin berzkirin û ber bi sikaka Yuksel ê ve dest bi meşê kirin. Polîsan êrîşî meşa xwendekaran kir. Di êrîşê de 6 xwendekar darp kirin xistin binçavan û birin Muduryeta Şuba Zarokan.
(dt/zt)