Jinên Colemêrgê; Gever ne tenê ye

09:00

Zeynep Durgut/JINHA

COLEMÊRG - Jinên Colemêrg bertek nîşanî êrîşên ser Geverê dan û gotin; "Dewlet bi tang û topên xwe nikare çavê me bitirsîne. Ji ber li hember tang û topên wan vîna me ya serketinê heye. Gever ne tenê ye, heya dawiyê em li gel wanin."

Jinên Colemêrgê dan zanîn ku li Geverê hikumet her roj sewqiyatên leşkerî dike, dibistan vale kirine û tîmên taybet xistine hindirê dibistanan. Jinan destnîşan kirin ku dewleta tirk li Geverê amadekariyên komkujiyan dike.

Hevseroka Partiya Heremên Demokratîk (DBP) Zubeyde Bor bilêv kir ku divê bi lez gel deng bide Geverê û wiha got: "Em naxwazin Gever bibe minakek wekî Cizirê, her roj sewqiyatên leşkerî tên kirin, ev tevgera leşerî tê wê wateyê ku ger gel berxwedana Geverê li her derê belavneke dê komkujiyek wek Cizîrê pêk bê."

Rêvebera KURDÎ-DER'ê Guneş Okçu jî di derbarê êrîşên ser Geverê de wiha axivi; "Her roj ji Wan û Colemêrgê sewqiyeta leşkeri ber bi Geverê ve çêdibe. Ev jî nîşaneyên êrîşên giranin. Divê gelê me li hemberi amadekariyên komkujiyan bêdeng nemine. Îro roja li hemberî zilmê deng derxistinêye."

Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Emîne Armut jî anî ziman ku divê em hemû li berxwedana Geverê xwedî derkevin û wiha berdewam kir; "Bila gelê me yê Geverê bizane ne bitenê ye, her çiqas dewlet bi amadekariyên şer û komkujiyan jî ser me de bê nikare vîna me bişkêne. Niha li her derera Kurdisanê vîna gel berxwe dide. Medya ya Tirkiyê dibêje Gever hatiye vala kirin. Tiştek wisa tune ye Gever bi vîna xwe berxwe dide. Bila gelê Geverê bizane ew tu car bi tenê nine."

Xebatkara Çand û Hûnera Feqiyê Teyran Hulya Durgun ji aşkere kir ku dewlet çiqas êrîş bike hêza gelan dê ewqas zêde bibe yek û wiha dom kir; "Ez berxwedana gelê Geverê slav dikim. Ew nikarin bi tank û topên xwe hêza gel têk bibin. Dê li hember hemû êrîşan vina gel serkeve. Li Geverê jî rewşa awarte îlan kirine, dibistan vala kirine bi vi awayi gel ditirsine. Lê em natirsin ji ber ku ya me ser pîyan di rawestine vîna me ye, hêza gelan a bêhempa ye. Gelê Geverê ne bi tenê ye."

(zt)