'Bi dirûtinê re afrîneriya min jî pêş ket'
09:01
Rebîa Êto-Zahîde Ehmed/JINHA
KOBANÊ - Li bajarê Kobanê jina bi navê Xanim Mistefa Şamilyan 25 salin bi kedê xwe jiyana xwe rêve dibe. Xanim diyar kir ku divê tevahî jin ji hêzên xwe bi bewar bin û got, "Her jin ked dide divê xwedî li keda xwe derê. Ez xwe mûhtacê hêz û alîkariyê mêr nakim."
Jin ji dîrokê heya roja îro bi xwedî derketina çandê xwe, kariye dîroka hebûnê biparêze. Yek ji van jinan Xanim Mistefa Şamilyane. Xanim li Kantona Kobanê ya Rojava dijî û ciwantiya xwe ve dest bi dirûnê kiriye. Xanim da zanîn ku ew 25 sale dirûnê dike û wiha got, "Ligel ku meraq û heskirina min ji dirûtinê re heye jî, ewqas ji bo ku xwe mûhtacê ti kesî nekim dixebitim.
'Bi dirûtinê re afrîneriya min jî pêş dikeve'
Xanim bilêvkir ku bi xebatê re afrînerî jî pêş dikeve û wiha got, "Ji 20 saliyê xwe ve dirûtinê dikim. Zewicîm zarokên min çêbûn, lê min dev ji dirûnê berneda. Ji ber ku bi dirûtinê re afrîneriya min jî pêş dikeve. Her jinek li hember zehmetiyên jiyanê dikare bi şêwayek têbikoşe. Xwe muhtacê ti kesî nakim, ji ber ez jî hêzim. Hêza min di afrîneriya min û berhemên ku sazdikim de diyar dibe."
'Êdî hevjînê min jî alîkariyê dide min'
Xanim anî ziman ku ew her cure cil û pêdivî didirû û wiha dirêjî da gotina xwe, "Ez cilê zarok, bûk, jinan û hwd. didirûm. Ev yek rastî eleqeyek mezin tê. Di nava rojê de demê min piranî bi dirûtinê ve diçe. Gelek car ji bo ez dexwazan di demê wan de bi cih bînim heya sibê şiyar dimînim û dixebitim. Hevjînê min jî êdî alîkariyê dide min. Gelek bi hesas tevdigerim hember karê xwe. Dixwazim dilê tevahî jinan memnûn bikim."
'Divê her jin bi kedê xwe bawer be'
Xanim di dawiyê de jî got divê jin xwedî li kedê xwe derên û wiha pêde çû, "Her jin ked dide divê xwedî li keda xwe derê. Ez xwe mûhtacê hêz û alîkariyê mêr nakim."
(hs/rc)