Hêza parastina cewherî hember komkujî, şîdet û tecvûzê belav dibe

09:07

Ceren Karlıdag/ JINHA

STENBOL - Julîana Gozen diyar kir ku parastina cewherî ji bo jinan jiyaniye û got ew wek jinên Tirkiyê parastina cewherî ji YPJ-JIN qut nagirin dest û YPS-JIN ên ku hember komkujiyê parastina xwe yê cewherî dikin silav kir.

Parastina cewherî her roja ku derbas dibe di rojeva jinan de hîn bêhtir rûdine. Parastina cewherî a jinan li hember her cure şîdeta mêr, komkujiya dewletê û hiqûqê ku bi hişmendiya desthilatdariyê rêve diçe pêl bi pêl mezin dibe. Ji aktîvîstên Pîrabokên Kampûsê Julîana Gozen di derbarê xebatên parastina cewherî, YPJ'ê û girîngiya parastina cewherî ya YPS-JIN ji ajansa mera axivî.

'Bi yek carê ve Parastina cewherî neket rojeva me'

Gozen diyar kir ku bi hatina hikûmeta AKP'ê ser îqtîdarê qetilkirina jinan zêde bûye û wiha got, "Em nûçeyan dişopînin, xwendekarên jin û akedemîsyen tên tecewiz kirin ev ne mijarên tesadûfin. Ji ber bi hatina hikûmeta AKPê ser îqtîdarê re, medya, hiqûq tev li gorî wê teşe girt. Bi yek carê ve Parastina cewherî neket rojeva me. Qetilkirina Ozgecan şikandinek mezin çêkir. Tenê bi Ozgecan nema û qetilkirina jinan dewam kir. Tevgera jinan wişmendiyek wiha çêbû 'Li şûna Ozgecan dibe ku em bana'. Tevahî jin vê êşê ji dil hîskir û daketin qadan. Em dema ku rastî tacîz û tecewizê tên mekanîzmek ku mafê jinan biparêze nîne."

'Me atolyên parastina cewherî dan despêkirin'

Gozen destnîşan kir ku berî Ozgecan bê qetil kirin jî ew li ser parastina cewherî niqaş dane meşandin û wiha domkir, "Kampanya Mor îgne hebû. Li hember tacîzan hatibû despêkirin. Lê bi qetilkirina Ozgecan ev mijar bû mijarek jiyanî. Tevahî rêxistinên jin parastina cewherî girt rojeva xwe yê sereke. Me atolyên parastina cewherî dan despêkirin. Li Kadikoyê ev atolya despêkê vebû em ê di demek kin de li Bahçelîevler jî vekin. Jin difikirin ku tenê sporê lêdanê mêr dikare bike. Em vê hişmendiyê jî ji holê radikin. Em dixwazin peyam ê ku em ji mêr bi hêztirin bidin. Piştî Stenbolê li 7-8 cihan atolyên bê pere hatin avakirin. Armanca me ne tenê xwendekarên zanîngehê perwerde kirine, em hewl didin tevahî jin bigrin. Atolya rastî eleqeyên mezin tê ev yek jî diyar dike ku parastina cewherî xwedî xale jiyanî ye."

'Têkoşîna YPJ'ê ji her kes re bû modela jiyan û parastinê'

Gozen bilêv kir ku piştî şoreşa Rojava pêla şoraşa jinê li bakûr jî daye û wiha got, "Tevgerên jinên Tirkiyê û jinên Kurd li Rojava yekbûnek avakirin û li hember hêzên AKP'ê û çeteyên DAIŞ'ê peyamê hevgirtinê dan. Jinên Kurd bi çekên xwe li hember nûnerê AKP'ê DAIŞ'ê berxwedanek mezin nîşan dan. Jinên Kurd xwestin ji bo me profîla jina azad avabikin, ev yek jî ji bo me bû mînak. Em nikarin her wiha parastina cewherî ji YPJ'ê qut bigrin dest. Di pêvajoyek ku sînoran de pêlên şoreşê pêk tên de, têkoşîna YPJ'ê ji her kes re bû modela jiyan û parastinê.

'Jinên ku bi berxwedana xwe profîla jina azad avadikin bi hovane tên qetilkirin'

Gozen anî ziman ku li Kurdistanê 3'ê heyv zêdetir qedexeyê derketina kolanan heye û wiha pêde çû, "Hikûmeta AKP'ê di bin navê "Terorê paqij dikim" de gelên sivîl çawan tên qetilkirin û gelê Kurd çawan di hedefê de ye em dibînin. Jinên ku bi berxwedana xwe profîla jina azad avadikin bi hovane tên qetilkirin. Di qetilkirina van jinan de peyamê "Dema ku hun stranên azadiyê bistirin em ê we qetil bikin" tê dayîn. YPS-JIN li pişt barîqatan li ber xwe didin, zarok û malên xwe diparêzin û terk nakin. Divê ev berxwedan bê silav kirin. Em berê xwe didin wir û gotûbêja ku em çi dikarin bikin dikin. Tevahî xwendekarên jin ên zanîngehan dibêjin ku jinên li Kurdistanê ber xwe didin parastina me dikin."

'Di vê pêvajoya giran de divê hevgirtina tevgerên jin bi hêztir bin'

Gozen destnîşan kir ku li Hîndîstan, Iraq, Îran, Rojhilata Navîn û welatên Latîn Amerîkaye serhildanên jinan heye û wiha dirêjî da gotina xwe, "Li hember qedexeyan derketina jinan li qadan helwestek dide nîşan dan. Hember tundiya dewletê tevgera jin deriyek nû vekir. Li tevahî cîhanê ev yek berdewam dike. Tevahî dewlet dixwaze ser ked û bedena jin hebûna xwe bide jiyandin. Di êrîşê DAIş'ê de me ev rastî dît. Hêrsa jinan bilind dibe her derê. Di vê pêvajoya giran de divê hevgirtina tevgerên jin bi hêztir bin."

'Dewlet tacîzkar û tecevûzkaran xwedî dike'

Gozen wiha dawî li gotina xwe anî, "Em xwedî xwezayekî ku ji şert û mercên jiyanê bandor dibin. Pişî qetilkirina Ozgecan me parastina cewherî da despêkirin. Dewlet tacîzkar û tecevûzkaran xwedî dike. Dewlet li hember gel komkujiya topyekûn daye despêkirin û profîla jina azad digre hedefa xwe. Xwendekarên zanîngehê ji ber vê berê xwe didin wir û di cephan de şer dikin. Em jî li vir îsyana xwendekarên jin mezin dikin û îsyana jinên li wir berxwedidin silav dikin."

(rc)