Li Nisêbînê heta sibehê tank hatin bikaranîn

11:37

JINHA

MÊRDÎN - Li Nisêbîna ku êrîşên tevkujiyê didomin, ji saetên êvarê heta sibê bênavber tax hatin topbaran kirin. Hêzên YPS/YPS-JIN jî bersiv da êrîşan.

Navçeya Nisêbîna Mêrdînê ku di bin navê 'Qedexeya derketina kolanan' de êrîşên tevkujiyê hatin destpêkirin, şevê din bi denqê topan derbas kir. Piştî ku qedexeyê destpêkir êrîşên li ser taxan jî zêde bûn. Bi destpêkirina qedexeyê rêya Îpekê li trafîkê hate girtin û tank li ser rê hatin cihkirin. Tanqên ku li ser rêya Îpekê hatin bi cihkirin nava taxa Firatê heta sibehê bombebarankirin. Ji aliyeê din ve tanqên ku çekên giran li ser wan in yên wekî ZPT tên binavkirin jî top di ser taxan de barandin.

Endamên YPS û YPS-Jin'ê jî bersivek xurt dan êrîşên tîman û ji nava taxan dengê teqînên mezin hati.

Êrîşên li dijî taxan berdewam dikin.

(kom/zt)