Dewlet li Geverê amadekariya tevkuştinê dike
12:37
Hulya Okalin/JINHA
COLEMÊRG - Hêzên dewletê ji bo li Geverê şerek mezin pêk bine di nav lîv û tevgerê dene. Gelê Geverê ji seat 22:00 û şûn de ji ber qedexeyê nikarin derkevin kolanan.
Li navçeya Gevera Colemergê piştî îlan kirina rêveberiya xweser êrîşên dewletê bê navber berdewam dike. Li Geverê piştî ku di maha tebaxa 2015'an de yekemîn qedexeya derketina kolanan hate îlankirin welatiyan destûr neda dewletê li taxên wan serweriyê bike û bikevin taxên wan. Dewletê xwe li ber berxwedana gel negirt û bi çekên giran êrîşî cihên xweser kirin. Di encama êrîşa giran de bi dehan welatî jiyana xwe ji dest dan. Gelê Geverê ligel hemû êrîş û tevgerên tevkûjiyê dev ji taxên xwe bernedan û berxwedana xwe berdewam kirin. Geverî bibiryar in ku nehêlin hêzên dewletê nêzî taxên wan bibin.
Leşker saziyên fermî wek kereqol bikar tinin
Li aliyê din dewlet ji bo berxwedana gel bişkinê êrîşên derûnî li ser gel didin meşandin û bi proveqasyon, sewqiyatên leşkerî û tîmên taybet armanç dikin ku çavê gel bitirsinin û gel ji warên wan bidin goç kirin. Bi rojan e ku bi hezan tîmên taybet, leşker û polîs sewqî heremê tên kirin.
Dewlet niha tevkujiyê li Geverê dike
Hêzên dewletê piştî êrîş bir ser Cizîr, Nîsêbîn, Hezex û Surê û komkujî pêk anî bi rojan e li navçeya Gevera Colemergê jî ji bo tevkujiyê di nav lîv û tevgerê deye. Piştî daxuyaniya Wezarê Hundir ê Tirkiyê Efkan Ala ku gotibû; "Dora Geverê ye, em ê mudehaleyî Geverê bikin û hemû xendekan bitemirînin û wir pakij bikin" sevqiyatên lêşkerî li Geverê zêde bûn. Leşkerên ku ji bo komkujiyê anin Geverê li hemû saziyên fermî hatin bicihkirin û wek qereqol tên bikar anin. Dibistan û Nexweşxaneya Dewletê ya Geverê jî bû yek ji qarargaha lêşkerî û bi tu awayî destûr nayê dayin ku welatiyên sivîl bikevin van cihan.
Qedexeya derketina derve di roja yekem de ye
Piştî biryara qedexeya derketina derve hate dayin û roj diyar bû duh serê sibê seat di 10:00'an de anonsên qedexeyên derketina derve hatin kirin û di anonsan de hate gotin ku bila heya seat 22:00'an de ji Geverê derketin dê êrîş bên kirin. Duh êvarî seat di 22:00'an de bi anonsa duyemîn derketina derve bi fîlî hate dest pêkirin û qedexe di roja yekem ji seta 22:00'an heya niha berdewam dike û welatî nikarin ji malên xwe derkevin kolanan. Polîs bi maşîneyên zirxî di taxên vala de serweriyê dikin.
Hejayî gotinê ye ku heya niha li taxan tu êrîş ne hatin kirin û navçeya Geverê bêdengiya xwe diparêze.
(kom/zt)