'Bi sirgûnan nikarin me û girtiyan bêzar bikin'
12:38
Zeynep Akin /JINHA
ÊLIH - Girtiyên siyasî yên ku ji girtîgehên Kurdistanê sirgûnî girtîgehên rojava tên kirin rastî îşkenceya fîzîkî û derûnî tên û li ser malbatên wan jî îşkenceya derûnî tê maşandin. Xwişka girtiyê bi navê Mahsun Saglan ê ku ji Girtîgeha Şirnexê sirgûnî Girtîgeha Rîzeyê hat kirin Havîn Saglam diyar kir ku dixwazin bi van îşkenceyan wan û girtiyan bêzar bikin û wiha got: "Em zehmetiyan dikişînin lê nikarin me û girtiyan bêzar bikin."
Piştî ku ji Girtîgeha Tîpa D a Amedê 6 girtiyan fîrar kirin, îşkence û zextên li ser girtiyan zêde bûn. Piştî fîrara girtiyan gelek girtiyên siyasî hatin sirgûnkirin. Girtiyên ku ji Amedê sirgûnî Osmaniyeyê hatin kirin carekdin ji Osmaniyê sirgûnî Bandirma û Îzmîrê hatin kirin. Malbatên ku çûn serdana zarokên xwe diyar kirin ku girtî rastî îşkenceya fîzîkî û derûnî tên. Xwişka girtiyê bi navê Mahsun Saglan ê ku ji Girtîgeha Şirnexê sirgûnî Girtîgeha Rîzeyê hat kirin Havîn Saglam diyar kir ku gelek malbata hene ku ji ber sirgûnan zarokên xwe nabînin, ew ji bo hevdîtina birayê xwe bi zehmetî diçûn Şirnexê dê niha ji bo hevdîtinê çawa biçin Rîzeyê.
Havîn, da zanîn ku biryarê wê Mahsun ev cara 4'emîne tê sirgûnkirin û wiha got: "Piştî li Amedê fîrar çêbû bil ez û bez birayê min sirgûn kirin. Me 3 rojan agahî jê ne girt, em li hemû girtîgehan geriyan lê tu kesê agahî ne da me. Piştre birayê min bi rêya hevalek xwe ji me re agahî şand û got ew sirgûnî Rîzeyê kiriye."
Havîn, bi lêv kir ku bi sirgûnan re ew tengasiyan dijîn û wiha pêde çû: "Ji ber rewşa me ya nebaş a aboriyê em nikarin ji Êlihê biçin Şirnexê. Bi lez û bez birin, nehiştin cil û bergên xwe jî bibe. Dewlet wisa hov bûye ku îşkence bi malbat û girtiyan dike. Ji bom e û girityan bêzar bikin van polîtîkayan didin meşandin. Çiqas girtiyan sirgûn bikin jî em ê di berxwedana xwe de bi israr bin. Em ê bêzar ne bin û dest ji têkoşîna xwe bernedin."
Havîn, destnîşan kir ku ji bere w kurdin van tiştan bi wan dikin û wiha axivî: "Malbata me di salên 90'î de ji ber zext û zordariya dewletê koçî rojava bû. Piştî 17 salan em li rojava man carek din em vegeriyan. Ev 40 sale dewlet zextan li me dike. Divê êdî bizanin ku nikarin bi polîtîkayên xwe gelê kurd bêzar bikin. Bi sirgûnan jî nikarim me bêzar bikin. Ez bang li gelê kurd û tirk dikim ku bila êdî li hemberî van zext û zordariyan dengê xwe derxînin. Ger mirovahiya we ne mirîbe rabin ser piyan û bêjin êdî bese."
(aw)