Asya ya ku dayîk û hevserê xwe windakirî: Emê ticarî teslîm nebin
13:26
JINHA
ŞIRNEX - Despêkê gundê Asya Oglagi şewitandin, paşê jî dibin çavan de îskence li dayîka wê kirin. Dayîka Asya ji ber îskenceyê nexweşbû û jiyana xwe jidest da, paşê jî hevserê wê tevlî nava refên PKK'ê bû. Asya ya ku herî dawî hevserê xwe di derê malê de dîtî wiha got: "Mala me ya hevserê min bi kedek mezin avakirî xirakirin. Ji vê zêdetir çî dibe. Hevserê min qetilkirin, dayîka min îskence kirin û zarokên min bê bav hêlan. Lê em teslîm nabin. Emê weke ew dixwazin nejîn."
Jinên Cizîrê dibêjin; "Emê ticarî dest ji doza xwe bernedin. Em van komkujiyan ji salên 90'an dizanin. Çawa ku wê rojê me çok nedanî, emê îro jî çok nedanin." Jinên Cizîrê yên li ser xirabeyan runiştîn gelek ji wan ji tiştên tên jiyankirin nexerîbin. Yer yek ji wan xwediyê çîrokek cudane. Her yek ji wan an evserê wan an jî zarokên wan çune... Hema bêje mala hemûyan jî cara duyemîne tê hilweşandin. Jinên ku salên demdirêj berê gundên wan bi erdê ve bûne yek ser malên xwe yên xirabe runiştine û vedibêjin.
'Ji berê zêdetir bi rêxistinê ve hatine girêdan'
Ji wan jinan yek jê jî Asya Oglagi ye. Asya hîna 16 salî bi Hadi yê xizmê wane re dizewice. Asya da zanîn ku ji ber tindiya dewletê wan ji gundê xwe Robar ê nêzî Cizîrê ye koçkirin. Asya destnîşan kir ku wan li Cizîrê tindî û îskence dîtine û wiha domand: "Her dem mirov digirtin, dibirin û qetildikirin. Tindiyek gelek zêde heye. Hemû gund şewitandin û vala kirin. Hemû gundiyên li derdorê di nava bajaran de komkirin. Li gundan mirov hîn zêdetir kêfxweşbûn, xwediyê her ditîbûn. Dema hatin gund pirsgirêkên wan zêde bûn, paşê jî xwe komî ser hev kirin. Ji berê zêdetir bi tevgerê ve hatin girêdan. Ev bûyer di salên 90'an de hatin jiyan kirin."
'Dayîka min a 60 salî îskence kirin'
Asya bilêv kir ku di sala 1989'an de li gel dayîka wê Nurê Şerifoglu jinbira wê jî girtin binçavan û wiha berdewam kir: "Dayîka min 60 salîbû, îskence li dayîka min kirin. Her dem îskence li mirovan dikirin. Ji ber dibin çavan de ser dayîka min de av dirijandin û ew ser çîmento dida runiştandin hemû cigera wê xirabû. Dema ku jimbira min girtinbinçavan ducanîbû, ew jî îskence kirin. Ji ber ku dayîka min ji cigera xwe nexweşbû 6 sal êş kişand û dawiyê jiyana xwe jidest da. Bifikirin êdî li dayîka min a 60 salî jî îskence kirin û ji ber wê îskenceyê jiyana xwe jidest da. Di nava malbata min de ên îskence nedîtî nemane. Ez di tevahiya jiyana xwe de dayîka xwe jibîr nakim."
'Niha jî ji van kincên ser min tiştek din ê min nemaye'
Dayîka 4 zarokan Asya wiha dom kir: "Ji ber tindiya hevserê min Hamdi jî tevlî nava refên azadiyê bû. Ev 27 salin min ti agahî ji hevserê xwe nebihîstiye. Herî dawî ji malê derket û carekdinê venegeriya. Dema ku hevserê min ji malê derket 4 zarokên min hebûn û serwerê me jî xesiya min hebû. Di nava tinebûnê de min li wan nêrî. Di navberê de ewqas sal derbazbûn. Hun mala me dibînin, heya me beteniyek jî dernexist. Ev mal hemû hevserê min bi keda destê xwe çêkiriye, ev bîranîna wî bû. Tiştek di mala me de nema. Min di ciwaniya xwe de ev dît, binêrin niha neviyên min hene, cardin heman tiştî dibînim. Dema qedexe derket em ji mala xwe derketin her ditşên me hebû. Niha ji kincên ser me zêdetir tiştek me nîne."
'Ma gelo biratiyek wiha dibe?'
Asya anî ziman ku mala wan şewitandine, tiştek wan nehêlan û wiha pêde çû: "Qala biratiyê dikin, lê hemû tiştên birayên xwe tine dikin. Ev 28 sale xwîna malbata min dimijin. Ev 28 salin qala biratiyê dikin û xwîna me dimijin. Biratî gotin, despêkê gundê me şewitandin, paşê jî mala me. Îskence li me kirin. Gelo biratiyek wiha dibe?"
'Dema ku em hatin dinê em kurd hatin'
Asya wiha qala dema hatin dinê kurd hatina xwe ya dinê kir; "Em bi vî zimanî û vê nijadê hatin dinê. Gelo ma emê xwe înkar bikin? Emê bi zorê tirkî bi peyîvin? Em axa kesê naxwazin. Mala me şewitandin. Em bi hev re ketin nava hemû şeran. Kalikê min 4 sal leşkerî kir. Ez jî welatiya vî welatîme. Lê ez kurdim. Dema ku kurê min leşkeriya wna dikir mala me şewitandin. Dewere û qala biratiyê bike. Hemû serserî anîne vêderê, ji bo xirakirina Cizîrê. Heya axretê ez dewaciyê wanim. Dema ku li vêderê ev hovîtî dikirin, yek jî çubû Silopiya nimêja înê dikir. Ev tiştekê ji dîn jî nizanin. Ev nakokiyek çawaye. Heya êrîşî malên vala jî kirine."
'Lê em teslîm nabin'
Asya bilêv kir ku ew dest ji doza xwe ya azadiyê naberdin û wiha dom kir: "Em ticarî dest ji zimanê xwe bernadin. Tiştek nema bi serê me ne anîn. Ez çum Deriya Reş komkirina findiqan. Li wê serê hemû çiyayan mal çêkirine, elektirîk ji bo wan birine serê wan çiyayan. Lê ji bo me tiştek nîne. Dê were ji biratiya wan bawer bike. Tiştek nedane me. Tiştên ku me bi xwîn û xuhdanê berhevkirine jî şewitandin. Niha bi hezaran malbat weke min di heman rewşê denin. Em sondê dixwin ku emê ticarî teslîm nebin. Em berdaqek av jî nebînin, emê ticarî dest ji doza xwe ya azadiyê bernedin. Ma dê êdî çî bikin. Hevserê min qetilkirin, dayîka min îskence kirin, zarokên min bê bav hêlan. Ma dê êdî çî bikin. Ew çî dikin bilabikin, em ticarî dest ji axa xwe bernadin. Bê xwestin emê konan danin, dibin de jiyan bikin lê em teslîm nabin. Weke daxwaza wan emê jiyan nekin."
(zt)