Nursela ku di jerzêmîna wehşetê de: Çima gava lorîn bi kurdî ne guh kerin?
15:34
JINHA
ŞIRNEX - Nursel Dalmiş a ku di jerzêmîna wahşeta 3'emîn a Şirnexê de hat qetilkirin di lênuska xwe de bahsa jiyana kurdan kiri ye. Di lênuska Nursel de pirsek wiha hebû, bersiva hemû jiyanê ye, "Çima gava lorîn bi kurdî ne guh kerin?
Nursel Dalmiş di jerzêmîna wahşeta 3'emîn de hat qatil kirin di lênuska xwe de wiha nivîsan dibû; "Ez dixwazim şehîd bimrim. Divê têkoşînê de dixwazim şehîd bikevim" ev gotin li pey xwe hişt… Nursel hîn temenê wê 18 sal bû û di temenek biçuk de berxwedanek mezin xist nava jiyana xwe. Malbata Nursel piştî ku dorpêç rabû hatin navçeyê tiştên li peyî Nursel mayîn komkirin. Dayîka Nursel cilên wê bêhin kir.
'Sirudên şoreşê digot'
Nursel li pey xwe gitar, saz cil û lênuska biranînên xwe hişt. Malbata Nursel got ku ji ber li Navenda Çand a Mem û Zînê perwerda sazbendiyê didît û ji ber wê li malê hertim li alavên sazbendiyê dixist ji bo wê jî heya dawiyê bi alavên xwe yên muzîkê re maye. Nursel Sirudên şoreşên hemu cihanê li lênuska xwe nivîsiye û rupela lênuska wê ya pêşî wiha ye; "Ez bi pênus û kaxizê re hemşerî bûm" nivîsandibû.
Evîndara birayê xwe bû……
Nursel ji birayê xwe yê Engîn Dalmiş ê ku tevlî têkoşîna azadiyê bûbû re nivîsek wiha nivîsî bû; "Birayê min got, berde ez di nav xeyalên te de lêxim." Nursel dîsa ji bo birayê xwe wiha goti bû, "Ez tucar te jibîrnakim û tu dê hertim di dilê min de jibê." Birayê wê di roja 9'ê Nîsana 2012'an tevlî têkoşîna azadiyê dibe û rupelê wê rojê dihilîne.
Zarokek yê çiyayên asîme
Çiqas rupelê wê dihat qulibandin nivîs herikî bû hemu rupelan…
Nursel pirsek di lênuska xwe de nivîsî bû, bersiva hemu jiyanê bû, "Çima gava lorîn bi kurdîne guh kerin?
Nursel di lênuska xwe de wiha nivîsî bû: "Li ber berxwe bide Kobanê, dia yê me bi tere ne. Xwideyo tu alîkariya bêdengan bike. Heya zilma zalima hebe, heya axîna mazluma bi dawî nebe, em sond dixwîn ku dê têkoşîna me heya em bikevin nav vê axa ku em pelê dikin berdewam bike. Kîjan roj heye ku me gotiye îro ji sebê xweştire. Ez zarokek azadiyê me, qîrîna çiya me û zarokek Kurdistana asê me. Zimanê min namusa riya min a rast a têkoşînê ye."
Nursel di nav rupelên lênuska xwe de yek yek gul kom kiribû û hêdî hêdî ji rupelên lênûsa xwe re xistibû piste pist.
(dt/zt)