Jinên Suryanî di çalakiyê de hatin cem hev
15:37
JINHA
MÊRDÎN - Li Mêrdînê jinên Suryanî bi bone ya 8'ê Adarê çalakî li darxistin û heyama ku êrîş li ser wan vegot.
Jinên Suryanî ji aliyê amdekariya Komelêya Suryanî a Mêrdînê ve bibonê ya 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê çalakî li dar xistin. Di çalakiyê de Hevşaredara Bajarê Mezin a Mêrdînê Februniye Akyol Akay û gelek jin amadebûn. Koroya Kîlîsa Gundê Arkah li ser dikê listik û folklorî peşkêş kirin.
Paşê Februniye Akyo Akay di derbarê zilma li ser Suryaniya axîvî û got: "Zilma herî mezin di dîroka 1943'an de me dît. Tiştê ku me jiyan kir û bû sedema jin ketin nava çar diwaran. Pîrê me digotin di çalakiya 'Hano Krîtho' govend di hat kişandin û li ber staranan li kolanan wek run û savar kom dikirin. Lê niha em nikarin wan kevneşopiyên xwe bidin jiyankirin."
Piştî axaftinan sinevîzyona rola dîroka jinên kurd hat pêşandan. Di biranîna Hano Kritho run, savar û hêk hat belav kirin. Çalakî bi muzîk û dansê bi dawî bû.
(dt/zt)