Kongreya Star li Rojava Zagonên Jinan dide nasîn
17:11
JINHA
TIL TEMIR - Kongreya Star ji bo danasîna zagonên jinan li bajarê Til Temir civînek lidarxist.
Ji bo danasîna zagonên jinan ku ji aliyê Desteya Jinê ve hatiye derxistin û zelalkirina babeta 29'an, Kongreya Star civînek li bajarê Til Temir lidarxist. Civîn li navenda Kongra Star ya bajarê Til Temir, bi amadebûna dehan jinên bajar bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir. Di civînê de Rêvebera Dadgeha Qamişlo Jiyan Mardîn jî amade bû.
Jiyan Mardîn taybet ser babeta 29'an sekinî û got: "Jinê di hemû qadan de cihê xwe girtiye û li ser bingeha azadkirina hemû civakê têkoşîna xwe dide meşandin."
Rêvebera Dadgeha Qamişlo rola jinê ya giring di civakê de nirxand û wiha got: "Ji bo ku civakek azad bibe û ji koletiya bi hezarê salan rizgar bibe divê jin serkêşiyê ji guhertina ber bi azadiyê ve bike. Parastina jinê û gihandina wê ji mafê wê re armancên sereke yên Rêveberiya Xweser in, pêwîste di her alî de pirsgirêkên jinan werin çareserkirin û jiyanek bê koletî ji wan re were peydakirin. Ji bo wê jî me pêwîst dît ku rêgezên bingehîn ango zagonên ku mafê jinê tê de were parastin werin danîn, bi rêya van zagonan jî em dikarin civakeke demokratîk, ekolojî û azad ava bikin."
Bi nîqaşên li ser zagonan û sloganên wekî "Bijî berxwedana jinê" û Bijî Rêber Apo" civîn bi dawî bû.
(ja/hs/zt)