Kantona Cizîrê li hember tecrîda Îmraliyê meşiya
17:48
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajarên Dirbesiyê û Qamişlo yên Kantona Cizîrê ji bo şermezarkirina tecrîda ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan meşên girseyî hatin lidarxistin. meşên girseyî pêk anîn.
Li bajarê Qamişlo bi tevlîbûna bajarên Amûdê û Tirbesiyê, gund û navçeyên Qamişlo li navenda bajêr bi meşeke girseyî tecrîda ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar kirin û bi yek dengî durûşmeya 'Bijî Rêber Apo' gotin. Rêxistin û saziyên sivîl, herwiha Rêveberiya Xweser, TEV-DEM û Kongreya Star jî di navê de gelek welatî beşdarî meşê bûn. Meşa li bajarê Qamişlo li semta Hilîliyê dest pê kir, heya Meydana Ş. Robar dewam kir. Di meşê de bênavber durûşmeyên 'Bê Serok Jiyan Nabe' hate qêrîn. Li gel alên TEV-DEM, PYD û Kongreya Star, herwiha pankartên "Azadiya Rêber Apo Azadiya Gelan e" û "Bijî Berxwedana Rêber Apo" li gel posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hilgirtin. Li meydana Ş. Robar axaftin hatin kirin.
Di serî de Serokê Meclisa Gel a Qamişlo Feruşah Remezan spasiya gel kir ku di barana dijwar de jî kom bûne û got: "Rêber Apo hêjaye ku em ji bo wî di şert û mercên zehmet de jî têkoşînê bikin. Îro berhemên gelê Kurd li Rojava esasên gelê Kurdistanê ye. Berxwedana herî mezin li Îmraliyê Rêber Apo dike. Bila dijmin bizanibe ku tu tecrîd nikare vîna azadiyê bişkêne."
Rêvebera YCR'ê Zinarîn Tolhildan jî da zanîn ku 17 salin Rêberê PKK'ê di girtîgeha Îmraliyê de berxwedaneke bê mînak dide û wiha domand: "Em jî wek gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê dê xwedî li Rêbertiya xwe derkevin û vîna ku Rêber Apo daye gel ku xwe û nasnameya xwe nas bike. Berxwedaniya Rojava bi pêşengtiya YPG-YPJ bidome. Emê vê salê bikin sala azadiya Rêberê xwe. Ev ji ciwanan pêşeng tê xwestin. Emê li dijî dijmin li Rojava û li Bakûr xwe fedayê azadiyê bikin."
Henîfe Mihemed rêvebera Kongreya Star a Qamişlo jî wiha axivî: "Rêberê me di nav tecrîdek giran dene. Lê hêzên navnetewî ketine nav berjewendiyên xwe û bêdeng in. Bila Erdogan bizanibe ev gel heya azadiya Rêberê xwe dê têkoşîn bike. Jina Kurd 5 hezar salin dibin desthilatiyê de diperçiqî, lê bi felsefeya Rêber Apo gihîştiye asteke bilind a têkoşînê. Lewma jina Kurd dê pêşengtiya azadiya Rêberê xwe bike."
Meşa gel bi durûşmeyan bi dawî bû.
DIRBESIYÊ
Li Dirbêsiyê jî bi heman armancê meşeke girseyî çêbû. Ji bajarên Serêkaniyê, Til Temir, Hesekê, bajarokê Zirgan û gundên derdorê Dirbêsiyê bi hezaran kes ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan meşiyan. Gel li Qada Ş. Arîn Mîrkan a bajêr li hevciviyan û bidirûşmeya "Na ji tecrîda li ser Rêber APO re" meşiyan. Di meşê de alên TEV-DEM, Kongra Star, posterên Abdullah Ocalan û pankartên şermezarkirina tecrîdê hatin hilgirtin. Meş heya ber konê piştgiriya berxwedana Bakûrê Kurdistanê berdewam kir.
Di dawiya meş de rêvebira PYD'ê Evîn Remo tecrîda giran a ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar kir û got: "Armanca dewleta Tirkiyê ew e ku bi vê tecrîdê Rêber Apo ji gel dûr bike, lê bila baş bizane ku heya dawiyê Rêberê me bi me re dijî û ji me ne dûr e."
Çalakiya girseyî bi durûşmeyên 'Bê Serok jiyan nabe' û 'Bijî Rêber Apo' dawîbû.
(kom/zt)