Komkujiya Qamişlo ya 12'ê Adarê hat bîranîn

18:30

Zîlan Serhan/JINHA

TIRBESPIYÊ - Ji bo bîranîna şehîdên komkujiya Qamişlo ku di 12'ê Adara 2004'an de pêkhatibû, fîlmek li Peymangeha Şehîd Hesan hate pêşkêşkirin.

Li bajarê Tirbespiyê ji bo bîranîna şehîdên komkujiya Qamişlo ku di 12'ê Adara 2004'an de pêkhatibû, li Peymangeha Şehîd Hesan fîlmek hate pêşkêşkirin. Di encama komkujiya 12'ê Adarê de ku ji aliyê rêjîma Bees ve hate kirin, 30 kesî ji Kantona Cizîrê, Kantona Kobanê û bajarê Helebê jiyana xwe jidest dan. Bi dehan mamosteyên Peymangehê û şagirtên xwe ji bo bîranîna şehîdên 12'ê Adarê û temaşekirina fîlm amade bûn. Piştî temaşekirina fîlm nîqaş ji aliyê mamoste Fener Temê û şagirtan ve li ser komkujiyê hate kirin.

Bi nîqaşan bername dawîkirin.

(zs/hs/zt)