Serpêhatî û têkoşîna jiyanê ya Wîdad Ehmed
09:00
Jînda Azad/JINHA
TIL TEMIR - Li her qadê jiyanê jin têkoşîna avakirina jiyanek nû didin. Wîdad Ehmed li bajarê Til Temir piştî ku hevjînê wê di encamê êrîşê çeteyan de jiyana xwe ji dest dide, berpirsyariyê zarok û yê jiyanê hildaye ser milê xwe û wiha dibêje, "Li hember zehmetiyên jiyanê ez xwe xurt hîs dikim."
Widad Ehmed (37) li bajarê Til Temir a Kantona Cizîra Rojava dijî û dayîka 5 zarokan e. Wîdad yek ji jiyên ku di şoreşa Rojava de berdêlên giran daye. Hevjîna Wîdad xebatkarê şaredariyê bû û di encamê êrîşê çeteyên DAIŞ'ê ya li hember bajarê Til Temirê bi teqînê jiyana xwe ji dest dide. Wîdad qala serpêhatiya xwe û têkoşîna xwe yê jiyanê ji ajansa me JINHA'yê re kir.
'Di nava şert û mercên gran me jiyana xwe avakir'
Wîdad diyar kir ku ew 22 salî bû bi hevjînê xwe Garzan re zewicî û wiha domkir, "Rewşa me yê aborî gelek xirab bû. Piştî demek bi zêrên di destê mede me du xanî ji axê lêkir. Jiyanê malbatî di nava şert û mercên giran de derbas dibû. Hevjînê min karker bû, carna hemmalî dikir, di lêkirina malan de jî kar dikir. Bi her awayî me debara xwe dikir û jiyan diborand."
'Şehîd Garzan ji bo parastina ax û nirxên welat vegeriya Til Temir'
Wîdad pêvajoya şerê li Suriyê û bandora ku yekser li ser jiyana wan kir wiha vegot, "Piştî şer li Sûriyê destpêkir, rewşa herêmê di warê aborî de pir bandor bû. Karê xanî çêkirinê hema beje nema û hevserê min piranî bêkar dima. Li Rojava pêvajoya şoreşê destpêkiribû, lê hîna pir rê li pêşiya me hebû. Ş.Gerzan cihê xwe di xebatên şaredariyê de girt û li ser belavkirina mazotê disekinî. Hêdî hêdî rewşa me normal dibû ku êrîşên çeteyan li ser Til Temir destpêkirin. Di sala borî de êrîş pir tund bûn û piraniya zarok û jin şandin derveyî Til Temir. Ş. Garzan jî ez û zarok birim Dirbesyiyê. Li wir ez li cem malbata xwîşka xwe mam."
Wîdad berdewam kir û got "Şehîd Garzan ji bo parastina ax û nirxên welat vegeriya Til Temir û bi şervanên YPG'ê re mil bi mil li dijî çeteyên hov şer kir. Piştî çar mehan YPG-YPJ tevahî herêm ji çeteyan rizgar kirin û em vegeriyan mala xwe. Ş.Garzan tevlî nava refên YPG'ê bibû û nema xwest ji qada parastinê derkeve. Lê heman salê dema diçû gundê Mihimakê çeteyan mayîn danîbûn ser rê û di wê teqînê de ew şehîd bû."
'Ez bi şehadeta Garzan serbilindim'
Wîdad bilêv kir ku ew bi şehadeta Garzan gelek xemgîn bû wiha pêde çû, "Ez ducanî bûm û kureke min piştî 12 rojan hate cîhanê. Kurê min nekarî bavê xwe bibine, lê ez bawer dikim ku bavê wî tucar ji me veneqetiya û hertim tê dîtina me. Min navê Şehreman ku navê rast yê Ş.Garzan e li kurê xwe kir. Niha ez ji zarokên xwe re hem dayîkim hem jî bav. Şehadeta Ş.Garzan zarok jî bandor kir. Di encam de zarok pêdiviya wan bi bav û dayîkê heye. Lê ez dikim ku bi wan vê valatiyê nedim hîskirin. Ez bi şehadeta Garzan serbilindim. Em ê hertim di rêya wî ya pîroz de bin. Herwiha ji bo zarokên xwe jî ezê xwe xurt bikim û tucarê nahêlim ew qehr bikişin."
'Li hember zehmetiyên jiyanê ez xwe xurt hîs dikim'
Wîdad bi dileke bawermend û baweriyeke mezin gotina xwe wiha qedand: "Raste ku di warê aborî de em hîna jî zehmetiyan dikişin, lê bi her awayê ez têdikoşim ku zarokên min bixwînin û bibin însanên jêhatî ji bo civakê. Niha baxçeyeke min a piçûk heye, ez diçînim û giyayê wê difiroşim. Dibe kêm be, têra me neke, lê dîsa jî ez xwe ewqas xurt hîs dikim ku karibim hemû zehmetiyan derbas bikim."
(rc)