Girtiyên jinên Girtîgeha Gebzê komkujî protesto kirin
09:05
JINHA
KOCAELİ - Girtiyên jinên Girtîgeha Tîpa M a Gebzê ji bo protestokirina komkujiyên li Kurdistanê tên kirin rêzeçalakî dan despêkirin.
Girtiyên jinên Girtîgeha Tîpa M a Gebzê ji bo protestokirina komkujiyên li Kurdistanê tên kirin û piştevaniya berxwedana gel kirinê rêzeçalakî dan despêkirin. Jinên girtî dest bi çalakiya deng derxistinê kirin û bi diruşman komkujî protesto kirin. Jinên girtî cezayê Desteya Disiplina Girtîgehê dayî nerazîbûn nîşan dan û li înfaza girtîgehê parastina xwe kirin. Jinên ku bi zimanê dayîka xwe parastin kirin. Jinan di parastina xwe de komkujiya Cizîrê şermezar kirin û yên di komkujiyê de jiyana xwe jidest dane bibîranîn.
Jinan di berdewamak parastina xwe de giringiya berxwedana Cizîrê û şerê li hemberî gelê kurd hatiye despêkirin anîn ziman. Jinan li hemberî vî şerî ji bo hemû kesên ji xwe re dibêje "ez mirovim" dengê xwe derxe û nerazîbûnên xwe nîşan bide. Girtiyên ku di 5'ê Adarê de dest bi gireva birçîbûnê ya bêdem û dorveger kirin û daxwazname dan Wezîrê Dadê. Jinan daxwazên rakirina tecrîda ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, dorpêça ser Sur û bajarên dinê yên Kurdistanê û rawestandina şerê li hember gelê kurd berdewam dike kirin.
*Nûçegihana dilxwaz Gonul Erdogan
(zt)