Li Rezanê qedexeya derketinê hat îlan kirin

09:11

JINHA

AMED - Piştî ku li taxa Kaynartepe ya navçeya Rezan pevçûn qewimî li taxê qedexeya derketina kolanan hate îlankirin. Li taxa ku berxwedan û pevçûn belav bû li gelek noqteyan ciwanan barîkat danîn.

Li taxa Kayapinar a navçeya Rezan a Amedê piştî ku du şev pevçûn qewimî û 2 kesan jiyana xwe ji dest dan, qedexeya derketina kolanan hate îlankirin. Qaymeqamiya Navçeya Rezan qedexe anî û hate gotin ku di 15'ê adarê de saet di 03.00'an de qedexe hatiye îlankirin.

Li dijî êrîşan barîkat

Li aliyê din ciwanên ku li dijî dorêça Sûrê derketin kolanan rastî êrîşa polîsan hatin, pevçûnên ku berdewam kir bi şev heta seatên dereng berdewam kir. Li dijî êrîşên polîsan li taxa Kaynartepeyê li hemû kolanan berxwedan belav bû. Li her derê taxê barîkat hatin danîn. Li taxê saet di 03.30'an de ceryar hate birîn. Li navçeyê heta serê sibehê tevgera helûkopteran hebû.

(rc)