'Jiyana bajar bi xwe nexweşiye'

09:52

JINHA

WAN -Mirovên ku koçberî bajaran bûne, ji ber gelek pirsgirêkên ku dijîn dixwazin vegerin gundên xwe. Meryem Sînem Tunç(75) a ku ji ber pirsgirêkên aborî koçî bajar diyar kir ku axê li ser hatî dinê ji her tiştê re dermane û wiha got, "Li gund jiyanê me tev xwezayî bû. Ji çiyê me gelek giha ji bo nexweşiyan berhev dikir, lê jiyana bajêr mirovan tangav dike."

Malbatên ku bi zordariya dewleta tirk ji gundê xwe yê Peyanîsa Colemêrgê derketî û bi zehmetîyek giran re dijîn diyar kirin ku ew dixwazin vegerin gundê xwe. Meryem Sînem Tunç da zanîn ku dewlet bi valakirina gund û bajaran dixwaze pergala xwe bide rûnişkandin û wiha got, "Bi salane em li bajêr dijîn lê em hîna hînê jiyana bajêr nebûne."

'Ez li gundê xwe gelek keyfxweşbûm'

Meryem diyar kir ku ew li gundê Peyanîsa Colemêrgê li gel malbatê xwe dijî û wiha domkir, "Ez li gund tevî malbat û zarokên xwe bûm û gelek kêfxweşbûm. Lê mixabin me bi zorî ji gund derxistin û berê me dan bajêr. Ti car em hînê jiyana bajêr nebûn. Li gund her sibê em ji xew radibûn û me karê xwe dikir. Pêşî min nan çêdikir dûvre jî min sewalên xwe dibir zozanan û diçêrand. Demê wan hatiba bi gel bêrîvanên gundê bi hevra diçûn û bêrî ya xwe dikir. Em dihatin mala xwe û şîrê xwe dikir katix û penîr. Min meşka xwe jî didrût. Ev karê me jî qediyaba, min teşiya xwe dirîst. Heya ku di bu êvar em nedisekinîn me xwarînê xwe jî amade dikir û bi gel zarokên xwe xwarîna xwe jî dixwar. Dema ku me dizanî karê me qediya wê demê jî çirayê xwe divekir û li ber çira yi jî zarokên me dora me komdibûn û wê demê jî me dest bi vegotina çîrokan ji zarokan re dikir. Zarokên me bi çîrokan mezin bûn."

'Zarokên niha çanda xwe ji bîr kirine'

Meryem bilêvkir ku nifşên nû ji çanda xwe dûr dijîn û wiha pêde çû, "Bi riyê televîzyon û telefonê zarok ji çandê xwe tên dûr dikevin û di heman demê de hînê polîtîka û şêwayê jiyana pergalê dibin. Ev yek min gelek xemgîn dike, jiyanê me yê gundan hîn bi aramtir bû. Gelek car li gund ji bo şevbirkê em li hev komdibû û zarokên me jî dora me dicivîn. Divê nifşên nû ji çanda xwe ewqas dur nekevin û hebûna çandê xwe bidin jiyandin."

'Bijişk em bun û dermanên me jî pincarên zozanabû'

Meryem anî ziman ku ew li gund tevahî pêdiviyên xwe ên jiyanê bi aweyek xwezayî pêşwazî dikirin û wiha dirêjî da gotina xwe, "Me çandinî dikir û sewal xwedî dikir. Ev pêdiviyên me ên jiyanî tev pêşwazî dikirin. Pêwistiya me bi peran ne dibû. Dixwazim vegerim gundê xwe. Her gav ji zarokên xwere dibêjim, eger ez rojek mirim min li gundê veşêrin." Meryem wiha dawî li gotina xwe anî, "Li gund bijîşk jî zêde nebû. Lê me ji xwezayê sûd digrit. Gelek lebatên xwezayê hene ji bo nexweşiyên cur be cur dermane. Ji xwe mirov nava xwezayê de zêde nexweş nakeve. Ji ber bajar bi xwe nexweşiye. Bijîşk embûn û dermanên me jî gihayên zozanan bû."

(hk-db/rc)