Jinên Helepçe: Piştî komkujiyê li ser sînoran jî em topbaran kirin
09:53
Şengar Biradost/JINHA
SILÊMANÎ - Jinên şahidî ji komkujiya Helepçe re kirîn gotin; "Weke roja qiyametê bû. Li ser Helepçe ewrên renga reng digeriyan, li erdê jî nalîna mirovan dihat. Her kes bi derdê xelasiya canê xwe ketibûn. Gelek ber bi avê ve dibeziyan lê nekarîbûn xwe bigihînin avê di rê de ketibûn."
Di 16'ê Adara sala 1988'an de li navçeya Helepçe ya bajarê Silêmaniyê bi fermana diktatorê demê Sedam Huseyîn serleşkerê demê Alî Hesen Mecîd ku weke Alî Kimyawî tê nasîn kîmyasal hat avêtina bajêr. Bi balefirên şer gaza kimyayê avêtin bajar, hemû mirov li gel hemû zindiyan qetilkirin. Di ji derveyî birîndaran û mirovên jê bandorbûyî di gava despêkê de zêdetirî 5 hezar mirovan jiyana xwe jidest dan. Piştî kimyabaranê û komkujiyê welatiyên navçeyê yên ji komkujiyê rizgarbûn berê xwe dan Bakur û Rojhilatê welat. Welatiyên ji komkujiyê rizgarbûn pir demdirêj nejiyan, ji ber bandora kimyayê ser wan çêbûyîbû. 28 sal ser komkujiyê re derbazbû, lê hîna jî dema ji jinên Helepçe bê pirsîn birînên komkujiyê li gel wan nûye. Jinên Helepçe di derbarê komkujiyê de axivîn.
'Kesê hemêza xwe ji mere nevekir'
Yek ji şahida komkujiyê Dayê Xewre wiha qala wan dema kir: "Beriya rejîm bajêr bomba bike em li mala xwe bûn. Yên xizmên wan di nav pêşmergeyan de hebun zu pêzanîn ku wê sibê êriş çêbibe, lê haya me ji tiştekî nebû. Dema bû sibe medît ku her çi leşkerên hene tevahî direvin ji deverên beyare. Me dît balafir hatin û piştî çend caran serme de zivirîn û bajar bombabaran kirin. Em di cih de revîn heya derveyî bajêr. Em şevek li gundê Pirîs ê Helepçe man. Dema em direviyan me li bajêr dinêrî ser Helebçe wek ku keske sor derketibe, ser esmanê Helepçe rengên cuda li hev kombûbûn. Em ser cenazên zarokan leşkeran jin zilam ra derbaz dibûn. Hinek dinalîn, hinekan av dixwastin, hinek jî tenê li me mêze dikirin. Şev baran bariya. Wê şevê em 11 kes dibin betaniyekê da man heya bû sibe, sibê em rabûn me dîsa dît ku her kes dinalîne û her kes li windahiyên xwe digere. Roja qiyamet tê gotin her wesa bû. Paşê em çun ser sinrê Rojhelat. Pasdarên îranê ji mera areba erebek mezin anîn û em hemû xistin hindirê wê û şandin bale. Li Îranê jî em 2 roj di mektebekê de wek girtiya bûn. Wek rehîna li me dinêrin.
Êdî mezanî ku kes Helepçe de nemaye û hertişt hatiye talan kirin. Em 10 mehan li Rojhelat man, paşê vegeriyan Silêmaniyê. Malên me hemû hatibûn talan kirin, hinekan digotin Pasdaran birye Hinek digotin Pêşmerge birye. Li Silêmaniyê jî em hemû xistin Zîndanê. 12 rojan tu xwarin û vexwarin nedan me. Em 11 mal bûn zarokên ku ji Helepçe jî rizgar bibûn di vê zîndanê de mirin. Piştî wê jî em birin Hewlêr. Ji wê demê heya niha hikumeta Başur tu alîkarî nedane û pirsa me nekirine."
'Despêkê derdora bajêr bi tang û topan girtin paşê kîmya avêtin'
Lawlaw Osman jî destnîşan kir ku piştî kîmiyabarana Helepçe li ser siniran jî ew rastî kiriyarên ne mirovane yên rejîma Îraqê hatine; "Destpêkê gotin wê çend rojan şerek dijwar biqewme. Me jî got tiştnabe ji xwe herder şere, em ji mala xwe neçun. Lê bi tank û topan derdora Helebçe xistin dorpêçê û pişra jî leşker anîn devera 'Enewe' ji 13'ê Adarê ve şer destpêkirin, heya sibeha 16'ê Adarê. Hîn roj derneketibû gotin pêşmerge bajêr girtiye û wê balafir lê bixin, xelkê jî dizaniya ku wê tiştek biqewme çunkî bi vî rengî hatina pêşmergan ne asayî bû. Serê sibê balafir hatin û destpêkirin, destpêkê li seraya navenda bajêr dan. Piranî xelkê ketin jêrzemînan ên din jî reviya derdora bajêr. Hindek gotin bîna sîr û sêvan tê yên ku tecrubeyên wan hebun gotin jêrzemîn nebaşe û gazakîmiya xwe berdide cihên nizim. Paşî em jî reviyan. Dema gaza kêmiya lêda nîviya welatiyan di nav bajêr de man, hindek derdora bajêr, hindek li biniya çiyê hindek jî gihiştbûn sinirê Rojhilat."
'Li ser sînoran jî li me xistin'
Lawlaw bilêv kir ku yên ji komkujiyê rizgarbûn jî ser sînoran cardin rastî êrîşan hatin û gelek ji wan hatin qetilkirin û wiha berdewam kir: "Ji 5 hezaran zêdetir mirov qetilkirin. Li ber Girê Ene yê sê hezar kes qetilkirin. Li nêzî gir av hebû her kes ber bi avê dibeziya, lê hîna negihayîn avê jiyana xwe jidest didan. Me bavê xwe hêşt û em reviyan. Bavê min dê ji bo me tişt baniya, ji bo wê dereng ma ew negiha rizgar bibe. Em nêzî 50 mal heya demekê neçûn Rojhelat û ser siniran man. Kî dihat birçî, tî, birîndar, bêkes herkes derbider bibu. Dîsan jî berdewam ser serê me bombabaran hebû. Yên zarokên xwe hêştine, yên diya xwe, yên kesî xwe nemaye hebûn. Em ser wan siniran rojane bi wan tirajediyan re rû bi rû diman. Li ser sinir dema em derbaz dibûn li Sazan dîsan gaza kîmiya li welatiyan xistin. Li wê jî gelek kes qetilkirin."
(zt)