Ji keça Mehmet Tunç Nalîn name

10:33

JINHA

ŞIRNEX - Keça Hevserokê Meclîsa Gel a Cizîrê Mehmet Tunç ku di dîroka Cizîrê de bû sembola berxwedanê ya 17 salî Nalin Tunç, piştî bavê xwe winda kir, nameyek hestiyar şand. Nalîn Tunç diyar kir ku ew dê têkoşîn û doza bavê xwe ya ku di oxira wê de canê xwe daye berdewam bike û ji bo komkujiya li Cizîrê pêk hat li deverên din pêk neyê ji gelê kurd xwest rabin ser piyan.

Li navçeya Cizîrê di roja 79. a dorpêç û êrîşên hêzê dewletê de Hevserokê Meclîsa Gel a Cizîrê Mehmet Tunç û bi dehan kesên ligel wî di jêrzemîna ku lê asê mabûn de, ji aliyê hêzen dewletê ve bi awaykî hov hatin qetilkirin. Mehmet berî ku bê qetilkirin bi telefonê beşdari televîzyonê bû û wiha got: "Bila kes li benda me nemîne ku em teslîm bibin. Em dê wekî roja ewil mil bidin mil û ber xwe bidin. Di vê oxirê de hewce be em dê canê xwe bidin û şehîd bibin. Me di ber xwe da û çand nexist xwar. Bi me serbilind bin" Mehmet, bi vê gotina xwe bû sembola Cizîrê ya berxwedanê.

Cenazeyê Mahmet Tunç û birayê wî Orhan Tunç ku bi hevre di heman jêrzemînê de hatin qetilkirin, piştî testa DNA ya li Saziya Tipa Edlî ya Rihayê hat wergirtin û ji aliyê hezaran kesan ve li Şirnexê hat oxirkirin.

Piştî Mehmet Tunc ku bavê 7 zarokan e hat qetilkirin keça Mehmet Tunç a 17 salî Nalîn Tunç li pey bavê xwe nameyek hestiyar nivîsand. Nalîn li ser gotina bavê xwe ya "Bi me serbilind bin" di nameya xwe de got "Em bi te serbilin in" û wiha nivîsand:

"Navê min Nalîn e. Ez keça Mehmet Tunç ê ku di jêrzemîna hovîtiyê de hat qetilkirin im. Bavê min lehengê gel e. Bavê min ji bo zilma bi sedsalan e li ser gelê kurd tê meşandin û koletiya tê ferzkirin derbasî pêşrojê nebe têdikoşiya. Ez bawer dikim bi serket û gihişt armanca xwe. Bavê min heta dawî ber xwe da. Di vê têkoşînê de mirin û kuştin hebe jî ez bi bavê xwe serbilind im. Ger ku em behsa serpêhatiyê bavê xwe yê 50 rojan di jêrzemînê de ani ziman bêjin, tî û birçî di ber xwe da. Lê dîsa pes nekir. Bavê min di axaftina xwe ya dawî de wasiyeta xwe anî ziman. Got 'Ger TC me qetil bike bila kesên li hemberî vêkomkujiyê bêdeng man neyên ser cenazeyê me. Piştî bavê min û hevalê wî di vê komkujiyê de hatin qetilkirin min ji bo xwe biryar girt. Ez dê têkoşîna ku bavê min di oxira wê de canê xwe daye bidomînim. Ez dê qetiyen pes nekim. Ji bo ku komkujiyên li Cizîrê pêk hat, li Sûr, Nisêbîn, Hezex û bajarên din ên Kurdistanê pêk neyê ez bang li gelê kurd dikim ku rabin ser piyan. Me ev êş dît, bila kesên din vê êşê nebînin. Yên ev êş bi serê me de anî em wan hewaleyî xwedê dikin. Min 3 mehan bavê xwe nedît. Herî dawî min bedena bavê xwe ya şewitî dît. Gotina Bavê min a dawî 'ME ÇONG DANENÎ, ME DI BER XWE DA, BI ME SERBILIND BIN' hêj di guhê min de di zengirîne. Ez bi bavê xwe serbilind im. Bila serê kurdan sax be. Nalîn Tunç"

(rc)