Fize ya ku 6 caran zorî koçê kirî pirsa 'niha çî hat guhertin' kir

11:05

JINHA

ŞIRNEX - Fize Ogur a ku di êrîşên ser Cizîrê de mala wê hilweşiya got: "Di sala 1993'an de cardin mala min hilweşandin. Dewletê di mala min de mayîn danîn, li gel heyîwan jî di navê de hebûn mayîn teqandin di hindirê malê de. Cara duyemîn dewletê nîvê jiyanê girt. Niha çî hat guhertin."

Li gel hemû êrîşên 89 roja ser Cizîrê berdewam kirin jî jinan gotin, "Emê ticarî dest ji doza xwe bernedin." Ji salên 90'an heya niha ji ser gelê Cizîrê tindî kêm nebûye. Yek ji jinên Cizîrê yên van hemû êrîş û tindiyan jiyan kirî Fize Ogur. Fize 20 salî dizewice û 8 zarokên wê çêdibin. Fize wiha qala demên derbasbûyî dike; "Em li gundan bûn, wê demê her tişt gelek xweşbû. Me sewal xwedî dikir û çandinî dikir." Fize destnîşan kir ku paşê li gund ser wan tindî kirin û jiyana wan dan zorê û wiha domand; "Piştî tindiyan êdî aramî ji bo me nema. Her dem mirov digirtin û îskence dikirin. Di sala 1993'an de ser gundê me de girtin û hemû gundî derxistin. Di hindirê mala me de mayîn bicîhkirin û teqandin. Di hindirê malê de heyîwanên me jî hebûn, hemû qetilkirin. Wê demê em hatin li Nisêbînê bicîhbûn. Li Nisêbînê jî dewletê dest ji me bernedan. Piştî hefteyekê ser mala me de girtin. Ez, kurê min û keça min em girtin binçavan. Em birin emniyetê. Ez 5 rojan di îskencê de mam. Keça min û kurê min tam 35 rojan di îskencê de man. Dibin çavan de min dengê qêrînên mirovan dibihîstin. Weke me bi hezaran mirov di îskenceyan debûn."

6 caran em neçarman koç bikin

Fize bilêv kir ku ew neçar maye ji Nisêbînê jî koç bike û em li gundekê bicîh bûn, li wê jî piştî demekê tindiyan despêkir. Fize anî ziman ku di sala 1994'an de wan koçî Cizîrê kir, dema qedexe danîn ser Cizîrê de jî 25 rojan dibin qedexeyê de maye û wiha berdewam kir: "Li gel her tiştî jî em man. Lê hevserê min nexweş li erdê bû. Em neçar man wî derxînin. Em despêkê çun Hezexê, piştî Hezexê jî em çun Midiyadê. Dawiyê dema qedexe rabû em hatin mala xwe. Me mala xwe paristî hêlabû, lê dema em hatin xirabeyek derket pêşiya me, nîvê mala me xira kirine. Niha di rewşa em nikarin bixebitînin dene. Her tiştê me talan kirine. Vana gundê me şewitandin, em neçarî koçê kirin, li ti deverê belaya xwe ji me venakin. Niha jî mala me şewitandin."

'Emê dest ji doza xwe bernedin...'

Fize got, "Emê ticarî dest ji doza xwe bernedin" û raperîna xwe wiha anî ziman; "Em bi vî awayî bijîn jî emê ticarî dest ji doza xwe bernedin. Tirk dikarin bibin Kurd ku ez jî bibim tirk? Weke her kesê em jî dixwazin ser axa xwe bijîn. Em axa kesê naxwazin. Min ev dîtin, ez naxwazim zarokên min jî heman tiştî jiyan bike. Em naxwazin zarokên tikesê jiyana xwe jidest bidin. Di sala 1993'an de jî cardin mala min şewitandin. Dewletê di hindirê mala min de mayîn bicîh kir û teqand. Cara duyem jî dewletê nîvê jiyana min girt. Ez niha dipirsim çî hat guhertin?"

(zt)