KJA yê komkujiya Helepçe şermezarkir
11:24
JINHA
AMED - KJA yê bombebarana Helepçe û berdewama wê ya li Bakurê Kurdistanê berdewam dike bi daxuyaniyekê şermezar kir û got; "Em wekî jinên Kurdîstanî Helepçeyê di wêneya ku dayik pitika xwe hemêz dike û pêre jiyana xwe ji dest dide de nasdikin û tu car ji bîr nakin û nadin jibîrkirin. Heta em hesab ji kujera nepirsin û wan di dadgeha gel de nedarizînin û ceza nekin, emê her dem berxwadanê bidomînin."
Kongreya Jinên Azad (KJA) bi daxuyaniyek nivîskî kimyabarana Helepçe a ku têde zêdetirî 5 hezar mirovan jiyana xwe jidest dan, bi deh hezaran birîndarbûn û ziyanên mezin hatin dîtin de şermezar kirin û wiha got; "Di wan rojên dijwar de ku hemû Kurdistan di bin bombebarandinê de dixwazin tune bikin lê berxwadana bêhempar tu caran testûrê nade. Di dîroka rûreşan de têzanîn ku sê roj, sê şevan di sala 1988'an 16'ê Adarê de Helepçe bi çekên kimyewî hat bombebarankirin. Di heman demê de 5 hazar însan di çih de hat katilkirin. Em wekî jinên Kurdîstanî Helepçeyê di wêneya ku dayik pitika xwe hemêz dike û pêre jiyana xwe ji dest dide de nasdikin û tu car ji bîr nakin û nadin jibîrkirin. Komkujiya Helepçê 4 salan tu dewletan nekir rojevê. Heta 1992'an de Aloziya Kurfezê de bi wan lazim bû. Em wan lîskan hemû dizanin. Wekî Şeyhsaît, Zîlan, Agirî, Koçgirî, Dêrsim, bi dehan serhildan çêbûn, bi sedhezaran di komkujiyan de kurd qetilkirin.
Em wekî KJA'ê dizanin ku ne tesadufe 12 adarê li Qamişlo, 16 adarê Helepçe, 22 Adarê li Nisêbînê komkujî pêk tên. Ji bo ku Adar Azadiya gelên Kurdîstanî ye.
Îro li hemû kurdîstanê kumkujî didomin, Farqîn, Kerboran, Gimgim, Sîlopî, Hezex, Şirnax, Nisêbîn, Gever, Şengal, Mexmûr, Kobanê, Cîzîr, Girê Sipî, Efrîn…hwd. Em wekî KJA di şexsê komkujiya Helepçe de hemû komkujiyan şermezar dikin, tu çar ji bîr nakin. Heta em hesab ji kujera nepirsin û wan di dadgeha gel de nedarizînin û ceza nekin, emê her dem berxwadanê bidomînin."
(zt)