Koroya Arîn Mîrkan dê ji bo zarokên hatîn qatilkirin bistirin…
11:39
Filiz Zeyrek/JINHA
EDENE - Koroya Zarokan a Arîn Mîrkan amedekariya 20'ê Adarê roja mitînga Newroza dikin. Zarok wê ji bo zarokên ku ji aliyê dewlê ve hatin qatilkirin bistirin û bangî hemu gel kirin ku li dora agirê Newrozê bibin xelak.
Koroya Zarokan a Arîn Mîrkan a dibiniya Navenda Çand û Hunera Mezopotamya ya Edene (MKM) de hatî avakirin û ji aliyê din ve perwerda wek şano, enstruman û perwerda zimanê kurdî di bînin. Zarokên temenê wan 5 heya 15 salî perwerda tirkî û erabî dibînin. Koma Zarokan wê di demê pêş de bi profesyonelî muzîk çêkin û di heman demê de jî klîba dikşî nin û sirudên ku çêkirin awaz bikin. Koroya Zarokan a Arîn Mîrkan kilîba ku kişandi binavê "Dîlana Rojava" atfî şoreşa Rojava kirin. Zarokan gotin ku ewê îsal hemu stranên xwe atfî berxwederên Bakurê Kurdistanê bikin.
Stranên me ji bo zarokên qatilkirî ne….'
Hêlîn Ozbay (13) got ku ev 1,5'e sale di MKM'ê de di xebite û perwerda stranan dibînin wiha axivî: "Koroya me bi giştî ji 20 zarokan pêktê. Em bi ziman û çandên cuda jî sitranan dibêjin. Ji ber şer em pir zehmêtiyê dikşînin. Li ser kurdan êrîşên giran hene, li hember êrîşan weke kurd emê her dem li ber xwe bidin. Em ê li hember polîtîqayên şer ê dewletê stranên aştiyê bêjin."
Hêlîn got ku ew amdekariyên Newroza Edenê dikin û wiha anî ziman: "Em ê di Newroza îsal de hemu stranên xwe atfî zarokên li Cizîr, Sur û Nisêbînê ji aliyê dewletê ve hatin qatilkirin deng bistirin. Bila êdî zarokên Kurdistanê li cihê guleyan bi govend û gogê bilîzin. Zarok bila li ber stranên aştîyê govendê bigrin. Mezinên me aştî emanetî me nekirin, lê em ê aştiyê emanetî nifşê pêşiya xwe bikin. Em hemu gelê xwe li dora agirê Newrozê bi gihîjin hev û bila bibin yek xelek."
'Ji bo aştiyê hemu gel bila tevlî Newrozê be'
Hêlîn Yalçin (11) ku Koroya Zarokan de cih digre jî diyar kir ku ji bo ku di koroyê deye bûye kefxweşiya xwe anî ziman û wiha berdewam kir: "Momeste me perwerdeyek pir baş didin û di heman demên de hevaltî û kesayetiya mirovan hînî me dikin. Amedakiriyê Newrozê tên kirin. Ez pir keyfxweşim lê ji aliyek ve jî ez xemgînim ji ber li Kurdistanê êşên giran hatin jiyan din. Welatê me bû gola xwinê. Qatlîamên Kurdistanê me xemgîn dike. Cenazeyê zarokan bi rojan li kolanan dimî ne. Em ê li hember van qatlîaman li Newrozê stranên aştiyê bêjin û em ê hemu stranên xwe atfî zarokên hatin qatilkirin kin. Newroz bi serhildana agirê Kawayan û Mazluman hat van rojan. Em ê hewil din êdî ev bûyer neyên jiyandin û bila hemu gel tevlî Newrozê bibin."
(dt/zt)