Rêxistina Sara 1. salvegera xwe pîroz kir
11:59
JINHA
EFRÎN - Rêxistina Sara ya li dijî şîdeta li ser jinê, 1. salvegera damezirandina xwe li Efrînê bi şahiyek pîroz kir.
Rêxistina Sara ya li dijî şîdeta ser jinê bi boneya 1. salvegera xwe li Salona Şanoyê ya Şehîd Rûken a Kantona Efrînê çalakiyê pîrozkirinê pêk anî. Nûnerên Desteya Jinê, rêveberiya Herêma El Şehba, Desteya Karê Derve, Komeleya Êzîdiyan, TEV-DEM, Desteya Karûbarên Civakî, Kongreya Star, Komeleya Êva, Weqfa Jina Azad, Navenda Jinê ya Perwerde û Zanistê û gelek jin ji saziyên civaka sivîl amede bûn.
Pîrozbahî bi deqeyek rêzgirtin despêkir û dûvre Rêvebera Rêxistina Sara Gulistan Mihemed axivî û xêrhatin li jinan kir. Paşê rapora salekê ya xebatên rêxistinê ji hêla Samiye Ehmed ve hate xwendin. Li ser navê Desteya Karûbarên Jin Gulîstan Bekir, ser navê Rêveberiya Herêma El Şehba Zeynep Qenber û ser navê Koordînasyona Kongra Star Zelal Cîger axaftin kirin. Di tevahî axaftinan de qala girîngiya xebatê Rêxistina Sara hat kirin. Gûlistan Mihemed jî behsa têkoşîna jinê ya li hember şîdeta mêr kir û wiha got, "Civaka ku jin tê de ne azad be ango şoreşa ku jin tê de beşdar nebe, nemumkine ku biser bikeve. Bi keda jinê îro şoreş li Rojava gihîştiye asteke bilind. Bi boneya 8'ê Adarê û hatina Newrozê jî em careke din wekî jin û wekî endamên Rêxistina Sara dengê xwe bilind dikin û dibêjin bes e ji tundî û tûjiya li ser jinê re, bijî berxwedana jinê."
Zelal Cîger jî salvegera damezirandina Rêxistina Sara li jinan pîroz kir û wiha got, "Rêxistina Sara ji bo parastina mafê jinê roleke girîng di nava civaka Rojava de dileyîze. Her roj jin bi perwerdeyê asta zanebûna xwe zêdetir pêş dixin, lê hîna jî li Rojhilata Navîn, Ewropa û gelek welatên cîhanê jin têne kuştin, ji bo wê jî wekî ku me di 8'ê Adarê de soz da ku em ê asta têkoşînê hîn bilindtir bikin, di salên bê de divê guhertinên bingehîn werin çêkirin û jin ji van kiryarên ku li ser tên meşandin rizgar bibe."
Di dawiya şahiyê de koma Şehîd Evîndar derket ser dîkê û folklor û şano pêşkêş kir. Ev şano jî pêşkêşî Şehîd Engîzek hatin kirin.
(fr/hs/rc)