Li Silopî Newroz bi rûhê Sêvêyan dê were pêşwazî kirin

12:10

JINHA

ŞIRNEX - Li navçeya Sîlopiyê ku operasyonên qirkirinê 37 rojan berdewam kir îsal Newroz di 19'ê Adarê de dê bi ruhê berxwedanê bê pêşwazîkirin. Newroza ku sembola jinûve vejînê ye ji bo ku bi ruhê berxwedana Sêvê Demîr, Pakîze Nayir û Fatma Uyar bê pîrozkirin amadekarî bênavber didomin.

Li navçeya Sîlopiyê ya Şirnexê ku 37 rojan di bin êrêşîn hêzên dewletê de ma Newroza îsal dê di 19'ê Adarê de bi dirûşmeya "Em ê bi berxwedanê bi ser kevin" bê pîrozkirin. Pîrozbahî diyarî Sêvê Demîr, Pakîze Nayir û Fatma Uyar ên ku di dema berxwedanê de hatin qetilkirin hate kirin. Hevserokê DBP'ê Kamuran Yuksek û Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk dê beşdarî pîrozbahiyê bibin. Amadekariyên Komîteya Amedekar a Newrozê bênavber didome. Serokê Komîteya Amedekar a Newrozê Alî Balîn bang li hemû kesan kir û xwest ku bi ruhê berxwedanê tevli Newrozê bibin.

'Wasiyeta hevalên me yên şehîd bû'

Alî bilêv kir ku di dema operasyonên qirkirinê de di nav 37 rojan de li Sîlopiyê nêzî 30 kes hatin qetilkirin û li dijî van qatlîaman divê xwedîlêderketina Newrozê hebe. Alî destnîşan kir ku ew ê bi ruhekî heyecan û azadiyê Newrozê pêşwazî bikin û gelê Sîlopiyê dê bi hemû rengên xwe ve biharê pêşwazî bike. Alî ev tişt anî ziman: "Belê em gelekî xemgîn in. Em bi qatliamekî mezin re rû bi rû man. Lê divê em bi ruhê berxwedanê xwedî li Newrozê derkevin. Ev wasiyeta hevalên me yên şehîd bûn. Divê em Newrozê bi heyecana azadiyê ve pêşwazî bikin."

'Em ê wekî layiqî biharê pîroz bikin'

Alî anî ziman ku gelê Sîlopiyê dê li gorî salên borî bi xwedîderketineke mezin û xurtin îradeya xwe dayne holê û wiha axivî: "Divê em layiqî hevalên xwe bin. Em jî bi vî zanebûnê nêzîkî Newrozê dibin. Em ê li Sîlopiyê, li Cizîrê em ê ji bo bîranîna hevalên xwe yên li benda Newrozê û biharê bûn pîroz bikin. Wekî gelê Botanê em ê wekî layiqî biharê Newrozê pîroz bikin."

Alî da zanîn ku bi vî nêzîkatiyê xebatên xwe didomînin û gelê Sîlopiyê bi taybetî jî jin dê bi cilên xwe yên rengîn tev bendê ne tevli Newrozê bibin. Alî herî dawî wiha got: "Em agirê Newrozê bi hevre geş bikin. Agrî Newrozê bila lutkeya Cûdiyê germ bike."

(rc)