Li Rezan qedexe hat berfireh kirin zarokek birîndarbû

12:18

JINHA

AMED - Li taxa Kayapinar a Rezan qedexeya derketina kolanan a hate îlankirin ji cadeyên Gursel û Cemîloglu heta Dortyola Rezan û cedaye Nukhet Coşkun hate berfirehkirin, di êrîşên hêzên dewletê de zarokek birîndar bû.

Li taxa Kayapinar a navçeya Rezan a Amedê piştî ku rêveberiya awarte hate îlankirin û tax hate dorpêçkirin, hêzên AKP'ê bi berxwedana gel ve rû bi rû man, ji ber ku nikarin bikevin kolanan ji têketinan kolanan hundir gulebaran dike. Di encama gulebarana hêzên dewletê de li Kolana 231'emîn zarokek ji pişta xwe hate birîndarkirin.

Li aliyê din di daxuyaniya ku ji aliyê qaymeqamiyê ve hate dayîn de hat gotin ku qedexe ji cadeyên Gursel û Cemîloglu heta Dortyola Rezan û cedaye Nukhet Coşkun hate berfirehkirin.

(zt)